Li Êlihê jin vexwendin çalakiya 8'ê Adarê

  • 18:21 7 Adar 2021
  • Rojane
 
ÊLIH - Li Êlihê jinên TJA'yî çûn serdana esnafan û banga tevlibûna çalakiya 8'ê Adarê  ku wê sibe li Parka Ataturk bê lidarxistin kirin.
 
Li Êlihê Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de, li ser kolana Diyarbekir û Gulîstanê serdana esnafên jin kirin
 
Jinên TJA'yî û HDP'yî ku ji bo çalakiya 8'ê Adarê ya wê sibe saet di 13.00'an de bê lidarxistin serdana esnafan kirin bi kincên kurdî ku li xwe kiribûn li esnafan belavok belav kirin.