Jinên Enqerê sibê li Qada Sakaryayê kom dibin

  • 16:52 7 Adar 2021
  • Rojane
 
ENQERE - Ji bo 8'ê Adarê Jinên Batikentê daxuyaniyek dan û banga tevlîbûna çalakiya Qada Sakaryayê kir û gotin: "Em ê ji bo jiyanek azad û wekhev sibehê dakevin qadan."
 
Jinên Batikentê li Metroya Batikentê navçeya Yenimahalle ya Enqerê ji bo 8'ê Adarê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Gelek jin tevlî daxuyaniyê bûn. Li ser navê jinan Ayça Toprak daxuyanî da. 
 
Di daxuyaniyê de behsa dîroka 8'ê Adarê hat kirin û wiha hat gotin: "Îqtîdara AKP'ê bi polîtîkayên xwe yên dijminatiyê êrişê destkeftiyên jinan dikin. Mafê me tê xespkirin, daraz çawîşê pispor Mûsa Orhan ê ku tecawizê li Îpek Er kir û bû sedema mirina wê serbest berdan. Di kuştina Nadira Kadirova de gumanbar parlamenterê AKP'ê yê Stenbolê Şîrîn Unal hêj parlamenter e. Lê jinên ku wekî Melek Îpek parastina xwe dikin hatin cezakirin."
 
Ayça, da zanîn ku di kujerên jinan tu carî nayên cezakirin û wiha dirêjî da daxuyaniyê: "Faîl dewlet bi xwe ye û kujer û êrişkaran tu carî ceza nakin. Em ê ji bo jiyanek azad û wekhev dakevin qadan. Em ê balê bikişînin ser şîdeta li hemberî jinên li herêmê. Li herêmê li hemberî jinên kurd polîtîkayên tecawiz û cewisandinê didin meşandin. Jin li herêmê her tim dibin hedef. Ekîn Wan û Gokçe Kurban li hemberî bedenên wan êrişên zayendî pêk hatin. Ev tişt asta dijminatiya dewletê nîşan dide."
 
Ayça herî dawiyê wiha got: "Em ê dawî li kuştina jinan binîn! Em ê ji bo jinan cihaneke azad û wekhev avabikin! Em ê li dijî şîdeta mêr û dewletê li ber xwe bidin û têbikoşîn. Em bang li jinan dikin ku di 8'ê Adarê de li kolanan bin. Em ê sibêhê di saet 14.30’an de li Qada Sakaryayê bin."
 
Daxuyanî bi çepik û dirûşma “Jin jiyan azadî" û “Em bêdeng nabin, natirsin û îtaat nakin" bi dawî bû.