Dema binçavkirina endam û rêvebên MEBYA -DER'ê dirêj kirin

  • 15:30 7 Adar 2021
  • Rojane
 
AMED - Dema binçavkirina endam ûrêveberên MEBYA-DER'ê ku di 27'ê Sibatê de hatin binçavkirin cara duyan hat dirêjikin.
 
27'ê Sibatê 29 endam û rêveberên MEBYA-DER'ê hatibûn binçavkirin. Dema binçavkirinê ya hevserokên komeleyê Yuksel Almas û Murat Uzgun, Emîne Akyos û Ayçe Çelîkbîlek, Murat Uzgun û Şehmus Karadag 4 rojên din hat dirêjkirin.
 
Herwiha ji bo yên ku 3'yê Adarê hatibûn binçavkirin jî eynî biryar hate girtin.
 
Kesên ku hatin binavkirin: Halime Topuz, Aziz Olçen, Aysel Pehlîvan, Mehmet Nur Savaş, Mustafa Karahan, Sait Borta, Ayşe Tutmaz, Hulya Varan, Mehmet Yildiz, Fehîm Azak, Yildiz Damla, Mustafa Uyguner, Taylan Aslan ve Hîdayet Aslan e.