TJA'yê banga tevlibûna mîtîngê kir

  • 15:12 7 Adar 2021
  • Rojane
 
WAN - TJA'yê beriya mîtînga 8'ê Adarê ku wê sibe li Parka Musa Anter a Wanê li dar bixwe li navenda bajêr gurnefîl belav kirin û jin vexwendin mîtîngê.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) wê sibe bi dirûşma, "Em li dijî qirkirina jinan jiyanê, li dijî terîdê azadiyê diparêzin"  saet di 11.00'an de li Parka Musa Anter a Wanê Mîtînga 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li dar bixe. TJA'yê beriya Mîtîngê li navenda bajêr qurnefîl û belavok belav kirin û jin vexwendin mîtîngê. Parlamentera HDP'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Muazzez Orhan û aktîvîstên TJA'yê tevli çalakiyê bûn.