ÎHD'ê serdana Leyla Guven kir

  • 14:56 7 Adar 2021
  • Rojane
 
AMED - Şandeya ÎHD’ê ya li girtîgehê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ziyaret kiribû, ev bang kir: “Divê zextên darazê yên piştgiriyê didin polîtîkayên ewlehiyê bi dawî bibin û girtiyên mafên wan ên darizandina adîlane hatine binpêkirin, bên berdan.”   
 
Alîkara Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Rehşan Bataray Saman, Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Abdullah Zeytûn û Rêveberê Şaxa Amedê Yûsûf Erdogan, Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê ku ji peywirê hat girtin Leyla Guven li Girtîgeha Tîpa E ya Xarpetê ziyaret kirin.
 
ÎHD’ê derbarê serdena kir de, daxuyaniyek nivîskî weşand û got: “Serdan di 5’ê Adarê de pêk hat. Şandeya me diyar kir ku Birêz Leyla Guven tendirustiya wê li cih bû û keyfxweş bû. Di hevdîtina pêk hat de, şert û mercên girtinê, pêvajoya hiqûqî û pêşketinên siyasî yên di rojevê de hatin nirxnadin. Em weke ÎHD’ê, her tim dixwazin siyaseta demokratîk bi hêz bibe û piştgiriyê didin polîtîkayên aştiyane. Sûcdarkirina karên siyasî binpêkirina qanûnan û ya hiqûqa navneteweyî ye.”
 
ÎHD'ê di dawiya daxuyaniya xwe de xwest, zextên darazê yên piştgiriyê didin polîtîkayên ewlehiyê bi dawî bibin û girtiyên mafên wan ên darizandina adîlane hatine binpêkirin, bên berdan.