Stargeha civîkan
- 12:08 7 Adar 2021
- Rojane
Sema Çaglak
AMED - Li Gundikê girêdayî navçeya Farqîna Amedê, dara ku stargeha çivîkan dike hem bi reng û xweşîkbûna xwe merivê aram dihêle hem jî ji bo parastina hêlîna çivîkan dergûşiyê dike.
Bi hatina biharê hêdî hêdî xemla erd û ezmanê digihêje hevdû. Li gundikê girêdayî navçeya Farqîna Amedê bi hatina bihar û bi germbûna hewayê re, ji bo çîvîkan dibe hêlûn. Ev dara ku ji bo gelek çivîkan bûye wek stargeh, bi deng û xweşîkbûna xwe mirovan mest dike. Ev dar hem parastina çivîkan dike û hem jî dergûşiyê dike.
Gava mirov nêzî darê dibe qadek dar tenê ji bo hêlîna wan hatiye cudakirin derdikeve pêşberê me û ligel vê gelek dengên çîvîkan tên ber guhê me. Di derdorê wan daran de qadekê avzem û ridavê heye. Ango mirov bi hêsanî nikare nêzî wan daran jî bibe.