Li cîhanê jinên kurd ji bo 8'ê Adarê daketin qadan

  • 10:51 7 Adar 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi pêşengiya jinên kurt li Zurîh, Duseldorf, Heîlboron, Oldenbûrg, Strasboûrgê û Mulhoûsê ji bo 8'ê adarê çalakiyên cuda hatin lidarxistin û jinan di çalakiyan de bal kişandin ser girîngiya yekitiya têkoşîna jinan.
 
Li tevahiya cîhanê jin ji bo pêşwazîkirina 8'ê Adarê daketin qadan. Jinan bi daxwazên cuda û bi çalakiyên cuda helwesta xwe li qadan anîn ziman. Li Zurîh, Duseldorf, Heîlboron, Oldenbûrg, Strasboûrgê û Mulhoûsê jinên kurd li qadan bûn. 
 
Li Zurîhê bi dehan jin hatin binçavkirin 
 
Li Zurîha Swisreyê polîsan êrîşî çalakiya ku bi boneya 8’ê Adarê hatibû lidarxistin kir û gelek jin binçavkirin. Çalakî tevî astengiyên polîsan bi saetan dom kir. Koma ku di nava wan de Tevgera Jina Kurd û jinên femînîst hebûn li Meydana Helvetîa ya Zurîhê kom bûn. Polîsan bi danîna ablûqeya li ser meydanê nehiştin ku jin bikevin meydanê, lê jinan jî rêyên wesayîtan yên diçin meydanê ji trafîkê re girtin û derbasî çalakiyê bûn.
 
Di çalakiyê de ku jinên kurd bi cil û bergên xwe yên netewî tevlî bibûn de bi berdewamî dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Em ê li ber xwe bidin, em ê bi ser bikevin” û “Bijî piştevaniya jinan” hatin qêrîn. Polîs berdewam kontrola nasnameyan pêk dianî û ji bo ku jinan ji qadê dûr bixe gef xwar. Polîs êrîşê jinan ku li hemberî êrîşên polîs li ber mûzîkê dest bi dîlanê kirin kir. Di dema destwerdanê de gelek jin ku di nava wan de endama Meclîsa Jina Kurd a Zurîhê Şehnaz Kaya jî hebû hatin binçavkirin. 
 
Polîs jinên ku binçavkirin li erdê kaşkirin û destên wan ji pişt ve kelepçe kirin. Her wiha polîsan bi spreyên gazê êrîşî jinên ku nerazîbûn nîşanî destgîrkirinan dan kir û ew dorpêç kirin û destûr nedane wan ku derkevin. Tevî êrîş û hewldanên astengkirinê yên polîsan, jinan ber bi Langstrassey’ê dest bi meşê kirin. Polîsan dîsa rê girtin, li vê derê jî jinan bi berzkirina dirûşmeyan polîs şermezar kirin. Jinan ku demek dirêj rê li ber trafîkê girtibûn, bi çepik û dirûşmeyan çalakiya xwe bi dawî kirin.
 
8’ê Adarê bi coş li Dusseldorfê hat pîrozkirin
 
Li bajarê Dusseldorfê bi pêşengiya hevpar a jinên kurd û jinên elman ji bo 8'ê Adarê meşek hat lidarxistin. Jinên kurd bi cil û bergên neteweyî tevlî çalakiyê bûn. Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Nîlufer Koç di çalakiyê axivî û bal kişand ser girtiyên ku di greva birçîbûnê de ne. Nîlufer diyar kir ku salvegera 100’emîn a serhildana Qoçgiriyê ye û wiha got: “Di şexsê Elîşêr û Zarîfe de ez têkoşîna azadiyê ya gelê me silav dikim.”
 
Enternasyonalên li Rojava jî peyamek ji çalakiyê re şandin. Peyam li ser navê Women Defend Rojava hat şandin û di peyamê de hate diyarkirin ku feraseta mêrserwer li her dera Rojhilata Navîn û Ewropayê derdikeve pêşberî me. Di peyamê de bal hate kişandin ser vî tiştî ku têkoşîna jinan a ku li Rojava li dijî DAÎŞ’ê hate kirin, ji bo hemû jinan e. Nûnereke jinên Tamîlê jî axivî û kampanyaya ‘Ji bo darizandina dîktator 100 sedem û 100 hezar îmze’ silav kir. Jinên Tamîlê diyar kirin ev kampanya ji bo wan jî dibe îlham.
 
Ji bo 8'ê Adarê li Heîlbronnê çalakî
 
Li bajarê Heîlbronnê yê Elmanyayê gelek jin hatin ba hev û ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê çalakî li dar xistin. Pîrozbahî li qada Kîlîansplatzê hat lidarxistin. Hunermend Zeynep Enhas û Garîp Nûrhak jî tevlî çalakiyê bûn. Tevgerên femînîst ên Elman jî tevlî çalakiyê bûn. Çalakî bi stranên Kurdî û govendê bi dawî bû.
 
Pîrozbahiya jinan a li Osloyê 
 
Li Osloyê ya ku paytexta Norwecê ye ji bo 8’ê Adarê bi pêşengiya Platforma Jinan a Kurdistanê çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de nûnerên jinên ji rêxistinên cihê axivîn. Di çalakiyê de stand hate vekirin û têkoşîna jinên kurd hate vegirtin. Ji bo kampanyaya ‘Ji bo darizandina dîktator 100 sedem û 100 hezar îmze’ jî bang hate kirin. Di çalakiyê de çalakgeran bal kişandin ser kampanyaya navneteweyî ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qala rola wî ya di têkoşîna azadiyê ya jinan de hate kirin.
 
Jinên Oldenbûrgê 8’ê Adarê pîroz kirin 
 
Li bajarê Oldenbûrg a Elmanyayê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi tevlîbûna rêxistinên jinan pîrozbahiyek hat lidarxistin. Tevgera Jinên Kurd ên Ewrûpa (TJK-E) û Komuna Jinan a Sara jî tevlî pîrozbahiyê bûn. Di stanta hatî vekirin de têkoşîna jinên Kurd vegotin û di çarçoveya “100 sedem ji bo darizandina dîktator” îmze hatin komkirin. Di axaftinan de teqez kirin ku yekitiya têkoşîna jinan pêwîst e. Heman demê banga tevlîbûna çalakiya îro ya ku li bajarê Eîlhelmshavenê bê lidarxistin jî hat kirin.
 
Ji bo 8'ê Adarê li Strasboûrgê meş
 
Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bi sedan jin li hev civiyan û 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kirin. Bi banga Însiyatîfa Jinê ya Zîn jin li qada Place de L'Etoile li hev civiyan û dest bi meşê kirin. Jinên ji Însiyatîfa Jinê ya Zîn bi kincên neteweyî tevlî meşê bûn û dirûşmên "Jin, jiyan, azadî", "La femme, la vie, la liberte", "Bimire patrîarka", "Kujer Erdogan" qîriyan. Di meşê de jinan bi pankart û dowîzan kuştina jinan şermezar kirin. Endama Meclîsa Jinê ya Zîn Meryem Tekîner di dema meşê de belavoka hevpar xwend û destnîşan kir ku heta jin azad nebe kes azad nabe. Di meşê de hate ragihandin ku jin wê têkoşîneke hevpar azadiya xwe bi dest bixin. Meş li Platce Repûblîqûeyê bi dawî bû.
 
Li Mulhoûsê meş hat lidarxistin 
 
Roja Jinên Kedkarê ên Cîhanê li bajarê Mulhoûse yê Fransayê jî hate pîrozkirin. Meş ji aliyê Kolektîfa Femînîst-68 ve hat lidarxistin, ji Place Franklînê dest pê kir û li Palce de la Boûrseyê bi dawî bû. Jinên kurd bi kincên xwe yên neteweyî tevlî meşê bûn û dirûşma "Jin, jiyan, azadî" bi kurdî û fransî qîriyan. Di çalakiyê de her wiha ji bo kampanya "100 sedem û 100 hezar îmze ji bo darizandina dîktator" îmze hatin komkirin. Di meşê de parlamenter û endamên şaredariyê jî amade bûn. Çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû.