Jinên Serhedê di mîtînga Wanê de tên gel hev

  • 10:36 7 Adar 2021
  • Rojane
 
WAN - Jinên ku ji bo mîtînga 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ya wê li Parka Musa Anter bê lidarxisitn bang kirin gotin, "Ji bo ku em jinên Serhedî reng û hêza jinan  nîşan bidin em bang li hemû jinan dikin ku tevli mîtîngê bibin." 
 
Di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a  Gelan bi dirûşma "Li dijî qirkirina jinan em jiyanê li dijî tecîrdê jî em azadiyê diparêzin" wê li Parka Musa Anter a Wanê di 11.00'an de Mîtînga 8'ê Aadarê Roja Jinan a Cîhanê bê lidarxistin. 
 
Parlamentera HDP'ê ya Muşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û aktîvîsta TJA'yê Gulcan Kaçmaz Sagyîgît banga tevlibûna mîtînga 8'ê Adarê li jinan kirin. 
 
'Em dixwazin hemû mafên jinan paşve bigirin'
 
Gulîstanê diyar kir ku li Cîhanê û li Tirkiyeyê têkoşîna jinê pêşve diçe û got ku di nava vê têkoşînê de berxwedana jinên kurd cihekî cuda digire. Gulîstanê diyar kir ku têkoşîn jinê ya ku bi rêk û pêk bûye êdî berhemên xwe dide û wiha berdewam kir, "Li rojavayê Kurdistanê jinan şoreş pêk anî. Vê şoreşê tenê hêz neda me da tevahiya jinên li cîhanê. Lê îqtîdara AKP-MHP'ê vê têkoşîna jinê ku roj bi roj belav dibe hedef nîşan didin û dixwazin ku têk bibin. Ev îqîdara ku faşîst ku ber bi kaosê ve diçe û her ku têk diçe jî jî dixwaze destkeftiyên ku jinan bi dest xistine ji dest wan bigire."
 
'Bi hezaran jinên ku jiyaneke azad dixwazin di girtîgehan de ne'
 
Gulîstanê diyar kir ku ew wekî Meclisa Jinan a HDP'ê û TJA'yê, ji bo ku têkoşîna jinê mezin bikin li qadan e û got ku jinan ji destpêka dîrokê heta roja îro bedel dane û hîna jî didin. Gulîstanê wiha berdewam kir, "Gelek jinên hevalên me ku ez nikarim navên wan li vir bijimêrim ji ber ku têkoşîna azadiya jinê dane û di 8'ê Adarê de li qadan bûne û di 25'ê Mijdarê de li dijî tundiyê têkoşîn dane di girtîgehan de ne.  Jinên ku cîhaneke azad dixwazin niha di girtîgehan de ne. Tişta dikeve ser milên me ew e ku em vê têkoşînê mezin bikin û hem hevalên xwe yên girtîgehan azad bikin û hem jî li şûna tifaqa AKP -MHP'ê em pergaleke wekhev û azad ava bikin."
 
'Em ê wê rojê bikin roja reng û dengê jinê'
 
Gulîstanê bang li jinan kir ku tevli mîtînga 8'ê Adarê bibin û ev tişt got, "Em dizanin ku li Tirkiye û li Kurdistanê cihekî taybet ê roja 8'ê Adarê heye.  Serdemeke ku têkoşîna jinê biharê pêşwazî dike ye. Seremeke ku em 8'ê Adarê û Newrojê bigihînin hev e.  Eza bang li hemû jinên Serhedê dikim ku ji bo em reng û hêza jinê nîşan bidin tevli mîtînga 8' ê Adarê bibin." 
 
'Jin her ku diçe xwe bi hêztir dikin'
 
Gulcanê jî diyar kir ku jinên kurd 8'ê Adarê her sal bi coşeke mezin pêşwazî dikin û her ku dem derbas dibe 8'ê Adarê bêhtir girîng dibe û ev jî ji ber têkoşîna jinan a bi salan e.  Gulcanê wiha berdewam kir, "Her ku jin têkoşîna xwe zêde dikin pergal jî êrîşî wan dikin .Ev jî nîşanî me dide ku em jin li ser rêya rast in. Êrîşên îqîdara AKP-MHP'ê yên li dijî hevalên me diyarin.  Bi van êrîşan dixwazin jinên ku tevli têkoşînê bibin avtirsandî bikin.  Divê pergal vê baş bizanibe. Jin duh çawa bi hêz bûn îro jî bi hêzin û hêza xwe zêde dikin."
 
'Jin di  girtîgehan de hatin girtin'
 
Gulcanê diyar kir ku jinên kurd ên siyasetmedar di zindanan de tên girtin, lê ew ê bi ala wan a berxwedanê ku ji wan re hiştine têkoşîna wan bidomînin. Gulcanê wiha axaftina xwe berdewam kir, "Bi qasî ku zilma mêr zêde bûye wê têkoşîna me jî ewqas zêde bibe û em ê bi berxwedanê bersivê bidin mêran."
 
Gulcanê wiha dawî li axaftina xwe anî, Ez bang li hemû jinan dikim ku tevli mîtîanga wê di 8'ê Adarê de li Parka Musa Anter a li Wanê bê li darxistin bibin."