Fîgen Yuksekdag: Em ê bi rihê 8’ê Adarê qezenc bikin

  • 09:05 7 Adar 2021
  • Rojane
 
Habîbe Eren
 
ENQERE - Hevseroka Giştî ya dema berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag da zanîn ku desthilatdarî hebûna xwe, bi şîdeta li ser jinê didomîne û ev bang li jinan kir: “Em bi rih û hêza 8’ê Adarê, ji bo jin, jiyan û azadiyên bên gel hev.”
 
Ji 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê re demek kurt ma û jin di van şertên pandemiyê de xwe amade dikin ku li dijî şîdet, tacîz, tecawiz, newekhevî û şîdeta mêr bên gel hev. Reviya ku di 8’ê Adara 1857’an de li New Yorkê hatiye avêtin îro pêl bi pêl li her çar alî cîhanê belav dibe. Bi hezaran jinên ku ji bo jinan li ber xwedan, li dijî zîhniyeta serdest ya mêr serî hildan jî niha 8’ê Adarê li girtîgehan pêşwazî dikin. Yek ji van jinan jî Hevseroka Giştî ya dema berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag e.
 
Fîgen ku di her şertî de li dijî siyaseta serdest ya mêr serî hilda, kodên ji ber hilweşand û bi siyaseta bê tawîz, ji bo kurd, xizan, bindest û jin di şertên baştir de bijîn têkoşîya, di 5’emîn sala girtina xwe de dîsa 8’ê Adarê di girtîgehê de pêşwazî dike. Fîgenê bi nameyekê 8’ê Adarê û polîtîkayên desthilatdariyê yên li hember jinê nirxand.
 
Fîgenê daxuyakirin ku jiyana girtîgehê, li gorî şertên xwe têr û tijeye û got: “Kar û barên dozên me, operasyonên siyasi û berxwedana siyasî rojeva me zêde zêde digire. Bêguman ev rojevên me yên rutîn û ferzin û peywirên me ne. Ez jî wek gelek girtiyên siyasî hewl didim xwe pêş bixînim. Du riyên vê hene: Xwendin û nivîsandin. Ez van her duyan jî bi awayekî hevdem dikim. Bêguman di her pêngavê de divê mirov berbi ya baştir ve bimeşin. Dema wisa be watedartir dibe. Di demên dawî de min giranî da xwendinên felsefeyê.”
 
Fîgenê destnîşan kir ku li ser dîrok û civaknasiyê jî disekine lê ev xebata xwe hîn nermtir kiriye û got: “Ji ber wêje hinek qada min ya perwerda şexsiye nikarim bihêlim. Muzîk jî wisa. Carna rê li ber pêvajo û encamên nîvco veke jî, fêdeya wê ji bo bilindkirina enerjiya min heye.”
 
‘Qirkirina jinê gihiştiye asteke dijwar’
 
Fîgenê di berdewamiyê de bi lêv kir ku ber bi 8’ê Adarê ve diçin û qirkirina jinan gihiştiye asteke dijwar û wiha pê de çû: “Desthilatdariya siyasî berpirsyariya van qirkirinan nagire ser xwe. Kujerên jinan tên parastin, desthilatdarî bêperwa tevdigere. Bi qanûna efûyê re kujerên jinan hatin berdan, çete hatin berdan. Bi dehan jin piştî vê efûyê hatin qetilkirin. Desthilatdarî li ber çavê hemû civak û jinan, vî sûcî dide kirin. Dixwazin Peymana Stenbolê rakin û jinan bi giştî mahkumê tarîtiyê bikin.”
 
‘Encam li holê ye’
 
Fîgenê daxuyakirin ku meclîs ev demek dirêje ji merciya çareseriyê derketiye û berovajî vê veguheriye alava êrîş û şîdetê. Fîgenê axaftina xwe wiha berdwewam kir: “HDP’ê bi dehan carî ji bo pêşîgirtina şîdeta li ser jinê bang kir ku meclîs kom bibe. Encam li holê ye. Li şûna çareseriya vê pirsgirêka jiyanî, li hember jinên CHP-HDP’ê şîdet pêk tê. Bêguman hesabên sûcên nadin û vê dikin. Herî dawî serokwekîla koma AKP’ê Ozlem Zengîn der barê lêgerîna tazî ya li girtîgehan de hinek tişt gotin. Ev bi rastî jî xof e.”
 
‘Desthilatdarî bo jinan tiştekî nake’
 
Fîgenê da zanîn ku meclîs ji bo parastina jinan berpirsyariyê nagire ser xwe û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Meclîs xwe dispêre piraniya AKP-MHP’ê û li hember HDP’ê operasyona siyasî dike. AKP ji bo destnedana HDP’iyan rabe her tiştî dike. Her wiha desthilatdarî di mijara parastina jinan de jî tiştekî nake. HDP’ê di karneya nûneriya siyasetê de jin derxist asta jor. Ji ber vê jî dixwazin ji meclîs û siyastê beralî bikin."
 
‘Hebûna xwe li ser jinê dimeşîne’
 
Fîgenê diyar kir ku hemû sûcên li dijî jin û mirovan tên kirin bingeha wê heye û sîstematîk e û ev tişt daxuyand: “Ne tenê li dijî rewşeke rojevî, li hember êrîşeke demî, li hember îdeolojî, polîtîk, tacîz û tecawizê têkoşînek tê dayîn. Desthilatdariye ku naxwaze şîdet, tacîz û tecawizê şûnde bixine heye. Desthilatdarî li şûna pêşî girtinê, ji van êrîşan re xizmetê dike. Hêza darazê ji bo vê tê bikaranîn. Hewce nîne em zêde vebikin, rojê sê jin tên qetilkirin.”
 
‘Em ji bo jiyan û azadiyê bên gel hev’
 
Fîgenê di awiya axaftina xwe de balkişand ser 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê û got li hemû cîhan û Tirkiyeyê tevgerên mezin hêvî dikin û ev bang li jinan kir: “Heta şîdet, şer, tacîz, tecawiz û zext bidawî nebin wê têkoşîna azadî û rizgariyê jî nesekine. Ez jinên ku li qadan li kolanan gelan diparêzin silav dikim. Yekitî, dest jê bernedan, hêz û rihê 8’ê Adara 2021’ê ye. Em bi vî rih û hêzê ji bo jin jiyan û azadiyê bên gel hev. Ez 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê yên Kedkar pîroz dikim.”