'Îşkence li girtiyên siyasî yên di grevê de ne tê kirin'

  • 09:04 7 Adar 2021
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Dayika Serhat Yildirim ê ku di Girtîgeha Osmaniyê ya Turkoglu de tê girtin Sultan Yildirim diyar kir ku îşkence û tecrîd li Serhat ê di gireva birçîbûnê de ye tê kirin û wiha got:"Êdî sebra me qediya. Zarokên me li dijî tecrîdê dikevin greva birçîbûnê vê carê ji bo ku ketine grevê rastî nêzîkatiyên qirêj tên. Bila herkes berpirsyariya xwe bîne cih û dengê xwe ji bo wan bilind bike."
 
Serhat Yildirim (24)  ê ku di Girtîgeha Osmaniyê ya Turkoglu de tê girtin  yek ji çalakvanên ku li dijî tecrîd û binpêkirina mafên li girtîgehan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye. Wan di axaftina ku bi riya telefonê bi malbata xwe re kirine ne diyar kirin ku ji ber ketine çalakiyan rastî tundî, tecrîda girankirî û nêzîkatiyên şaş tên. Diya wî Sultan Yildirim jî got ew cara yekem e ku Serhat derbarê pirsgirêkên dijîn de agahîyê dide wan û got Serhat banga bilindkirina dengê grevên birçîbûnê kir.
 
‘Tecrîtek ji her carî xetertir heye’
 
Malbata Serhat beriya niha çend rojan çûn hevdîtina wî û di demek nêz de jî bi riya telefonê pê re ketin têkiliyê. Di van hevdîtin û hevpeyvînan de Serhat wiha vedibêje: “Rewşa me ji her carî xeter tir e. Tecrîd û tundiyek her carî li ser me berdewam dikir hebû. Jixwe armanca me ya ketina greva birçîbûnê di serî de tecrîd  û ev bêmafiyên li girtîgehan tên jiyîn bûn. Lê li şûna ku bibin bersiva girtiyan û dawî li grevan bînin bi tecrîda girankirî bersivê didin çalakiyên me. Çalakvanên grevên birçîbûnê hemû cezayê disiplînê li wan tên birîn, her roj zext li me tên kirin, tundiyê li me dikin. Di grevê de ava ku didin me nayê vexwarin. Kesên ku tên di koguşê me de lêgerînê dikin ne gardiyanên her carî ne. Komek bi taybet tê. Her wiha em di hucreyan de ji hevalên xwe tên dûrxistin. Niha rewşa wan çi ye em nizanin.”
 
'Serhat banga mezinkirina têkoşînê kir'
 
Serhat di berdewamiya axaftina xwe de bang li gel kir û got: “Îro dem ew dem e ku em piştgiriyê bidin hev. Divê kes xwe bêdeng neke. Ji siyasetmendaran heya hemû ferdên civakê pêwîst e dengê xwe bilind bikin. Pêwîst e xwedî li têkoşîna me derbikevin. Ger serkeftinek hebe wê bi hev re pêkan be. Divê em bi moral bin.”
 
‘Tecrîd li ser wan giran kirine’
 
Diya Serhat, Sultan Yildirim jî wiha derbarê wî de axivî: “Ev 6 sal in kurê min hatiye girtin û 30 sal ceza lê hatiye birîn. Jixwe rastiyeke ku ji aliyê me kurdan ve tê zanîn dema tu kurd be tê wateya 'girtin heq kiriye'. Digirin û di girtîgehan de nahêlin bêhna wan bê der. Bi tecrîdê re wan tengavî dikin. Ev 6 sal in ez diçim hevdîtina kurê xwe û pê re diaxivim carekê jî min nebihîstiye gotiye rewşa me ne baş e. Tim ji me re dibû moral. Niha jî bi heman rengî moral dide me. Di rewşa asayî de em bi telefonê 10 deqeyan diaxivin  lê vêcarê Serhat bi qasî 2 deqeyan ev gotin kir û telefon girt. Vê yekê jî me pir aciz kir. Di girtîgehê tecrîd li ser wan giran kirine.”
 
‘Divê em deng bidin dengê girtiyan’
 
Sultanê wiha berdewam kir: “Niha heta em diçin hevdîtinên sînordar yên girtiyan em di dehan cihan de derbas dibin û tên temaşekirin. Ew rehîne ne, li wir  jî ji wan ditirsin. Sedema evqas tecrîd û gefan ev e. Pêwîst e em hemû tev de li dijî van nêzîkatiyan rabin ser lingan. Ji bo tecrîd û binpêkirina mafan bi dawî bibe divê em piştgirîyê bidin wan. Bi vî rengî em hemû barî dihêlin ser milên wan û ev jî çareseriyê bi xwe re nayne.”
 
‘Tecrîd sûcê mirovahiyê ye
 
Sultanê herî dawî wiha axivî: “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Em hemû cure îşkence û bêmafiyên tên kirin jî şermezar dikin. Zarokên me tên îşkencekirin. Em dayik êdî hew diqedînin. Sebra me nemaye. Ez di destpêkê de bang li siyasetmendaran dikim, piştre jî li rayedar û hemû dayikan dikim, bila deng bidin dengê girtiyan. Bila êdî bêdeng nemînin. Bêdengî wê bibe sedema mirinan.”