Jinan ji bo çalakiyên 8’ê Adarê bang kirin

  • 17:33 6 Adar 2021
  • Rojane
WAN / BEDLÎS- Li Artemêta Wanê hevdîtina jinan û Tetwana Bedlîsê jî belavkirina qurnefîlan pêk hat. Jinan bi wan çalakiyan 8'ê Adarê pêşwazî kirin. 
 
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li her bajarên herêmê ji bo 8'ê Adarê çalakiyên cuda tên lidarxistin. Di bernameyan de jinan banga tevlîbûna çalakiyan dikin. Li Wanê û Bedlîsê jî jin kom bûn û daxwazên xwe yên ji bo pêşerojê anîn ziman û banga domandina têkoşînê kirin. 
 
Li Wanê jinan li taxa Şehîd Firat a navçeya Edremîtê kom bûn. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û gelek jin beşdarî bernameya hevdîtinê bûn. Di bernameyê de, qurenfîl hatin belavkirin. Her wiha di şahiyê de jinan govend gerandin. 
 
Di şahiyê de Gulistan axivî û bal kişand ser tecrîdê û grevên birçîbûnê û wiha nêrînê xwe anî ziman: "100 roj in grevên birçîbûnê didomin. Divê raya giştî û malbat bibin dengê girtiyan, heke wisa nebe kesek dengê girtiyan nabhise. Îqtîdar demek dirêje tecrîdê wekî polîtîka dimeşîne. Her wiha li hemberî jinan jî zextek mezin heye. Lê em jin li qadan xwedî li ked, beden, çanr û baweriya derdikevin û her tim jî di nava berxwedanê de nin. Em ê li qadan dengê xwe bilind bikin û têkoşîna xwe mezin bikin."
 
Li Tetwanê qurnefîl hatin belavkirin
 
Li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê jî, Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Şevîn Coşkûn jî di nav de, li kolanan qurnefîl hatin belavkirin. Şevîn û jinên pê re, li kolanan 8'ê Adarê pîroz kirin.