Li Mêrdînê xebatên 8'ê Adarê: Em serî radikin

  • 17:15 6 Adar 2021
  • Rojane
MÊRDÎN - Li Mêrdînê jinan bi çalakiyên cuda 8'ê Adarê pêşwazî dikin. Dayikên Aştiyê hatin ziyaretkirin, li kolanan qurnefîl hatin belavkirin û Platforma Jinan a Şahmaranê jî daxuyaniyek da û bal kişand ser domandina têkoşîna jinan. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar yên Cîhanê de bi tevilbûna Parlamentera Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) ê Ebrû Gunay re serdana Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê kirin û qurnefîl diyarî dayikan kirin. Di heman demê de aktîvîstên TJA’yê li kolanan geriyan û bangewaziya tevlîbûna çalakiyên 8'ê Adarê kirin. Her wiha Platforma Jinan a Şahmaranê jî li Sendîkaya KESK’ê daxuyanî da. Metna daxuyaniyê ji aliyê endama Şahmaranê Murvet Aslan Çan ve hat xwendin.
 
Murvet di destpêka axaftina xwe de têkoşîna jinen di fabrîqeya New Yorkê de, di 8’ê Adara 1857’an de hatine qetil kirin bi bîr anî û got: “8’ê Adarê ku ji aliyê tevajiya cîhanê ve tê pîrozkirin ji aliyê îqtidara mêr ve her sal li virt ê asteng kirin. Em 8’ê Adarê bi gef û zextan re pêşwazî dikin. Hemû cure çalekî û derketina jinan tê asteng kirin. Ji ber ku dixwazin destkeftiyên jinan desteser bikin. Em jin jî li dijî vê hişmendiya mêr serî radikin û dev ji têkoşîna xwe bernadin.”
 
‘Hejmara girtiyên jin zêde dibin’
 
Murvet got civaka ku jin tê de ne azad be ew civak jî ne azade û wiha berdewam kir: “Sîstema serdest ya mêr hertim êrişê jinê destkeftiyên jinê dike. Her roj jin bi operesyonên polîsan re tên girtin û rastî hemû cure tundiyan tên. Ev hemû bi destê sîstemê pêk tê. Li girtîgehan her roj hejmara jinên girtî zêde dibin. Herî dawî ji em dizanin Leyla Guven ji ber gotina xwe ya ‘civaka dayiksalerî heye û hatiye jiyîn’ re hat darizandin. Ji ber vê gotinê, bi hênceta ku civakê teşfîqê nefretê dike hat girtin.”
 
‘Em ê tim têbikoşin’
 
Murvet wiha bal kişand ser têkoşîna jinan: "Em jin ji bo nasnameya xwe her tim têbikoşin û dîroka me ya hatiye reş kirin em ê ronî bikin. Em ê jin tecrîdê û hemû bê mafiyên di nava civakê de tên jiyîn bi hev re bişkînin. Em ê di vê pêvajoya ku qetlîama jinan vegeriyaye qirkirina jinan de têkoşîn û rêxistina xwe mezintir bikin. Em ê her roj bi rihê roja 8’ê Adarê re serhildana xwe zindî bigirin. Em ê li qadan timî hebin û azadiyê qêr bikin. Ji bo jiyanek azad, wekhev û demokrat em ê heya dawî têbikoşin.” 
 
Daxuyanî bi diruşmeya “Jin Jiyan  Azadî” bi dawî bû.