Li bajaran xebatên 8'ê Adarê didomin

  • 16:43 6 Adar 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Dêrsîm, Edene û Hatayê jin bi çalakiyên cuda 8'ê Adarê pêşwazî dikin. Di çalakiyan de jinan bal kişandin ser girîngiya yekitiya têkoşîna jinan.  
 
Li herêmê û Tirkiyeyê tevgerên jinan xebatên xwe yên pêşwazîkirina 8'ê Adarê didomînin. Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi rêxistinên jinan ên civaka sivîl re, amadekariyên xwe yên 8'ê Adarê dewam dikin. Li Hatay, Edene û Dêrsimê jinan çalakiyên cuda li dar xistin. 
 
Li Hatayê bangawaziya tevlîbûna pîrozbahiyê 
 
Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Îskencerûnê, di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de, bi jinan re li ser taştê li hev civiyan. Endama Meclîsa HDP’ê Parêzer Mehtaş Sert, jinên SYKP, ÎHD û EMEP’ê jî di nav de gelek jin beşdarî bernameyê bûn. Hevseroka HDP’ê ya Îskenderûnê Hulya Ateş, di bernameya taştê de axivî û bal kişand ser têkoşîna jinan. Hulya, hemû jin vexwendin pîrozbahiya roja 8’ê Adarê ya, di saet 15.30’an de li bazara berê bê lidarxistin. 
 
Endama Meclîsa Partiyê Parêzer Mehtap Sert jî, di bernameyê de axivî û wiha got: “Em ê li dijî serdestiya zilam, polîtîkayên tundiya dewletê yên li ser jinan û nêzîkatiyên tundiyê yên li ser zarok û LGBT’iyan, di 8’ê Adarê de bi deng û rengên xwe li qadan bin.” 
 
Civîna çapemeniyê li Edeneyê hat lidarxistin
 
Platforma Jinan a Edeneyê û Piştevaniya +LGBTÎ ya Edeneyê, li Şaxa Egîtîm Sena Edenê civîna çapemeniyê li dar xistin. Di daxuyaniyê de, zext û êrîşên li dijî jinan hatin nirxandin. Polîtîkayên dewlet û desthilatdariyê yên li dijî jinan hatin rexne kirin û banga tevlîbûna pîrozbahiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê hat kirin. 
 
Li Dêrsimê qurnefîl hatin belavkirin 
 
Tevgera Jinên Azad û Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Dêrsimê, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, esnafên jin ên navenda bajêr ziyaret kirin û qerenfîl li wan belav kirin. Esnafên jin, ji bo vê yekê keyfxweşiya xwe bi jinên HDP'î re parve kirin. Jinên HDP'î jî, jinên esnaf vexwendin çalakiya Platforma Jinan a Dêrsimê ya di roja 8'ê Adarê de, saet 12.00'an li dar bixe.