Li Mexmûrê rêzeçalakiyên ji bo 8'ê Adarê didomin

  • 16:41 6 Adar 2021
  • Rojane
MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) rêzeçalakiyên jinan ên ji bo 8'ê Adarê didomin. 
 
Bi pêşengtiya jinên li Wargeha Mexmûrê bi dirûşma ‘Em jin xwe rêxistin bikin û bi Rêber Apo re azad bijîn’ di rojên borî de starta  çalakiyên 8’ê Adarê hatibû dayîn. Piştre jinan rêzeçalakiyên xwe yên ji bo 8'ê Adarê dest pê kirin. 
 
Îro jî di çarçoveya rêzeçalakiyên ku hatin destpêkirin de jinên ciwan bi al, cil û bergên xwe yên gelêrî û bi erbaneyan meşek li dar xistin. Jinan li ber deriyê Meclîsa Îştar dest bi meşê  kir û heya ser Girê Qereçoxê meşiyan. Di meşê de axaftin ji aliyê endama jinên ciwan Selma Bozan ve hat kirin. Beriya ku axaftin were kirin ji bo cangoriyên azadiyê  deqeyek rêz hat girtin. 
 
Selma Bozan bi vî awayî hestên xwe anîn ziman û got:”Di destpêkê de em vê rojê li Serokê xwe, li gerilayên serê çiyan û li girtiyên zindanan pîroz dikin. Em di pêvajoyek wisa de dijîn ku dijmin hemû zext û zoriya xwe li ser gelê kurd û bi taybet jinên ciwan dide meşandin. Erk û misyona dikeve ser milê jinên ciwan hîn girantir e û divê berpirsyartiyên xwe pêk bînin. Em weke jin bi felsefa Rêber Apo û bi rêxistinbûyina xwe dikarin bigihin encamê. Li gor rihê demê tev bigerin û serokê xwe azad bikin.”
 
Meşa jinan bi  firandina kevokan, gerandina govendê û dirûşmên “Jin jiyan azadî” ,”Bijî Serok Apo” bi dawî bû.