Bi tûra bisiklêtê li kolanan coşa 8'ê Adarê

  • 16:09 6 Adar 2021
  • Rojane
AMED - Platforma Jinê ya KESK'ê ya Amedê di çarçoveya xebatên 8'ê Adarê de li bajêr tûra bisiklêtê pêk anî. 
 
Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) di çarçoveya xebatên 8'ê Adarê de li bajêr tûra bisiklêtê pêk anî. Gelek jin beşdarî tûra ji ber 2'yemîn Şaxa Egitim Senê ya li Dîclekenta Amedê hat destpêkirin bûn. 
 
Li pêşiya bisiklêtan nepoxên xemrî yên nivîsên "Ez serî natewînim","Cinayetên jinan polîtîk in","Mêr ji koronayê bêtir dikujin","Bi jina azad ber bi civaka azad ve" lê hatibûn nivîsandin hatin girêdan. Her wiha jinan rûpoşên bi nivîsên "Bila Peymana Stenbolê pêk bê" dan ber devê xwe. Jinan di dema tûrê de tevî muzikên têkoşînê dirûşme jî berz kirin.
 
Kesên der û dorê jî bi qorne, lêdana pîspîskê û çepikan piştgirî dan jinan. Jinên tûra bisiklêtê li ber Mînareya Çarling bi dawî kirin piştre belavok belav kirin û jin vexwendin mîtinga 8'ê Adarê ya li Qada Îstasyona Amedê bê lidarxistin. 
 
Tûra bisiklêtê piştî belavkirina belavokan bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.