Li Qamişlo mîtînga 8’ê Adarê

  • 16:08 6 Adar 2021
  • Rojane
QAMIŞLO - Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li bajarokê Hîmo yê girêdayî Qamişlo mîtînga 8'ê Adarê hat lidarxistin. Di mîtîngê de jinan banga mezinkirina rêxistinbûn û têkoşîna jinan kirin. 
 
Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya 8`ê Adarê bi dirûşma "Têkoşîna me misogeriya şoreşa jinê ye" li bajarokê Hîmo yê girêdayî Qamişlo mîtîngek li dar xistin. Mîtîng ji hêla Kongreya Star ve hat organîzekirin.
 
Bi hezaran Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji kurd, ereb û suryan bi cilên xwe yên gelerî ji saetên sibehê ve ber bi qada mîtîngê ve herikin. Li qada şahiyê wêneyên têkoşerên jin, al û sembolên Kongreya Star û saziyên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, alên partiyên siyasî û pankartên "Têkoşîna me misogeriya şoreşa jinan e" hatin daliqandin.
 
Her wiha nûnerên saziyên jinan ên Sûriyê, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Rêveberiya Xweser, hêzên leşkerî mîna Yekîneyên Parastina Gel (YPJ) û endamên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) beşdarî şahiyê bûn. Piştî deqeya rêzgirtin, endamên Kongreya Star bi erebî, kurdî û suryanî bixêrhatina beşdaran kir.
 
Berdevka Kongreya Star Remziye Mihemed, Meclisa Jinan a Sûriyê Necla Temî, YPJ`ê berdevka wê ya fermî Nesrîn Abdullah, Yekitiya Jinên Suryan berdevka wê Meryana Îsa di mîtîngê de axivîn. 
 
Remziya Mihemed a di mîtîngê de axivî, 8’ê Adarê diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû jinên Sûriye kir û got: "Jin xwe rêxistin dikin, xwedî li destkeftiyên bi fedekariya bi sedan şervanî hatin bidestxistin, derdikevin. Wê têkoşîna me dewam bike heta ku hemû qadên di bin dagirkeriyê de bên rizgarkirin. Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û jinan em ê têkoşînê mezin bikin."
 
Necla Tamî jî di şahiyê de axivî û got: “Piştî dîrokeke ji têkoşînê tije û fedekariyên mezin, di warê siyasî, leşkerî û civakî de gelek destkeftî hatin bidestxistin. Jinan di şoreşê de bi lehengiyê û sekna xwe hem cîhan bandor kir. Têkoşîneke bê eman da meşandin, nirxên hevpar parastin, di nava gelan de jî sîstema hevpar ava kir. Ez bang li civaka navneteweyî dikim ku erka xwe pêk bînin û êrîşên dewleta tirk a li ser jinan rawestînin û sûcên wan neparêzin." 
 
Nesrîn Abdullah jî bal kişand ser êrişan û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Carekî din em soz didin ku em ê şoreşê biparêzin, dagirkeriyê hilweşînin. Em ê carekî din ala xwe li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî li ba bikin. Me çawa ala çeteyên DAÎŞ’ê daxist erdê, em ê ala van çeteyan jî daxin erdê. Ji bo em ala jinan li ba bikin, divê hemû jinên cîhanê têkoşînê bikin.”
 
Her wiha komên hunerî û hunermendên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê bi rengê xwe tev li şahiyê bûn.