Li Botanê xebatên 8’ê Adarê didomin

  • 15:50 6 Adar 2021
  • Rojane
ŞIRNEX - Li Botanê jinan bi kincên xwe yên herêmî, jin dawetî pîrozbahiya 8'ê Adarê kirin.
 
Xebatên 8'ê Adarê yên  ku bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li herêma Botanê hatine destpêkirin bê navber didomin. Li navçeya Elkê û Cizîrê aktîvîstên TJA û Meclîsa Jinên HDP'ê ji jinan re qurnefîl belav kirin û ew vexwendin pîrozbahiya 8'ê Adarê ya ku wê li navçeya Elkê bê li darxistin.
 
Li navçeya Elkê ya Şirnexê jinan bi kincên xwe yên herêmî li navendê û taxa Elkê  ji jinan re qurnefîl belav kirin û ew vexwendin pîrozbahiya 8'ê Adarê. Hevseroka Elkê Beybûn Aslan pêşiya çalakiyê axivî. Beybûnê, bal kişand ser girîngiya 8'ê Adarê û bang li jinan kir ku tevlî  pîrozbahiya 8'ê Adarê bibin.
 
Her wiha li navçeya Cizîrê jî bi tevlîbûna gelek jinan, li koçerên gundên Şêxan, Cînîbrê û Serdehlê re qurnefîl belav kirin. Her wiha pişt re jin çûn taxa Konakê û serdana bazarê kirin û qurnefîl belav kirin.