Di hefteya 339'emîn de li ser girtiyên jin hat axaftin

  • 14:58 6 Adar 2021
  • Rojane
ENQERE - Însiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî di hefteya 339'emîn de bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û navên girtiyên nexweş ên jin û navnîşana girtîgehên wan parve kir. 
 
Însiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikşîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 339’emîn de çalakiya xwe ya heftane li avahiya Şaxa ÎHD’a Enqereyê civîna çapemeniyê li dar xist. Însiyatîfê vê hefteyê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bal kişand ser rewşa girtiyên jin ên nexweş. Rêvebera Navenda ÎHD’ê Nûray Çevîrmen daxuyanî xwend û diyar kir ku her roja ku diçe rewşa girtiyên nexweş giran dibe. 
 
Nûray binpêkirinên mafan ên li girtîgehan diqewimin rêz kir û got: “Ji ber xemsariya dewletê û rayedaran girtiyên nexweş terkî mirinê hatine kirin. Tevî hemû hewldan û serlêdanan jî pirsgirêk nayên çareserkirin. Şertên tecrîdê her ku diçin giran dibin. Girtiyên nexweş bi mirinê re rûbirû mane.” 
 
Nûray bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Pinar Bîrçkoç a li Girtîgeha Duzceyê dimîne û ew bi nexweşiyek giran re rûbirû ye. Nûray anî ziman ku divê tedawî û tetkîkên girtiyên nexweş bêkêmasî werin kirin û got: “Pêwîst e li muayenekirina bi kelebçe ya li dijî rûmeta mirovahiyê û sewqên bi rîngan were dawîkirin. Lazim e înfazên girtiyên nexweş ên rewşa wan giran demildest were sekinandin û li cem malbatên xwe werin tedawîkirin.” 
 
Girtîgeha Bunyanê
 
Nûray nav û nexweşiyên girtiyên jin ên li Girtîgeha Bunyana Kayseriyê û Sîncana Enqereyê tên ragirtin parve kir. 
 
Navê girtiyên nexweş ên jin li Girtîgeha Bunyanê dimînin ev in: “Bêrîvan Bîtmen, Muhlise Karaguzel, Nazli Soglîn, Nergîz Okan, Ozgul Yaşa, Şîlan Çetîner, Yazgul Şahîn, Zerga Açar, Ahîret Tûran, Buşra Înan, Fatma Gokhan, Merve Aydogan.” 
 
Girtîgeha Sîncanê 
 
Navê girtiyên nexweş ên jin ku li Girtîgeha Sîncanê dimînin jî ev in: “Canan Utangaç, Dilber Tanrikûlû, Pinar Tîkît, Rihan Kavak Ozbek, Ayşe Topçû, Bermal Bîrtek, Demet Resûloglû, Gulşan Adet, Nedîme Yaklav, Nilufer Şahîn, Selver Îspîr, Zerrîn Yilmaz, Zeynep Bîngol.”