Girtiya bi nexweşiya giran Tenzîle di huceya yekkesî de tê girtin

  • 11:29 6 Adar 2021
  • Rojane
ENQERE - Girtiya bi nexweşiya giran Tenzîle Acar a di Girtîgeha Jinê ya Bakirkoyê de tê girtin hîn bi tena serê xwe di huceya yekkesî de tê girtin.
 
Girtiya bi nexweşiya giran Tenzîle Acar a di Girtîgeha Jinê ya Bakirkoyê de tê girtin hîn bi tena serê xwe di huceya yekkesî de tê girtin. Tenzîleyê bi vî hawî terkî mirinê tê kirin. 
 
Tenzile di 5'ê Adarê de bi rêya telefonê li birayê xwe yê li Elmanyayê geriya û diyar kir ku ji bo kontrolê ew nebirine nexweşxaneyê û ji hucreya tecrîdê jî dernexistine. Tenzileyê diyar kir ku ji ber wê nexwestiye dîsa têkeve hucreya yekkesî loma ji aliyê mudurê girtîgehê ve dema mayina di hucreya yekkesî de hatiye dirêjkirin. 
 
Dayika Tenzileyê ya ji jiyana wê bi guman e bang li berpirsiyaran kir. 
 
Hinek ji malbata Tenzîleya terkî mirinê hatiye kirin wekî penaber li Ewropayê ne. Hinek jê jî li Şirnexê ne. Loma malbat nikarin bên hevdîtina girtî ya ji du hefteyan carekê.