Bi operasyona li dijî MEBYA-DER'ê 3 kesên din jî hatin girtin

  • 09:47 6 Adar 2021
  • Rojane
AMED - Di operasyona li dijî MEBYA-DER'ê de Zekî Dag, Hanim Altindag û kesekî ku navê wî nehat hînbûn hatin girtin. Mevlude Gunduz jî bi şertê kontrola edlî hat berdan. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de, di 27'ê Sibatê û 3'yê Adarê de hevserok û rêvebirên MEBYA-DER'ê jî di nav de 28 kes hatibûn binçavkirin. Ji kesên hatibûn binçavkirin îro danê êvarê Zekî Dag, bavê Parlementera HDP'ê Dersim Dag, Hevseroka HDP'aPeysaê Hanim Altindag û endama MEBYA-DER'ê Mevlude Gunduz jî di nav de 4 kes sewqî edliyeyê hatin kirin. Zekî Dag, Hanim Altindag û kesekî ku navê wî nehat hînbûn bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin û Mevlude Gunduz jî bi şertê kontrola edlî hat berdan. 
 
Di 2'yê Adarê de rêvebirên MEBYA-DER'ê Meryem Soylû ya 79 salî û Hatûn Aslan a 71 salî û di 4'ê Adarê de jî rêvebirê MEYA-DER a bi KHK'ê hatibû girtin Mûzaffer Ûlaş û rêvebirê DBP'a Rezanê Tahir Gul bi heman hincetê hatibûn girtin.
 
18 kes di bin çavan de ne
 
Ji kesên hatibûn binçavkirin Halîme Topûz, Ayşe Çelîkbîlek, Azîz Olçen, Aysel Pehlîvan, Mehmet Nûr Savaş, Mustafa Karahan, Saît Borte, Ayşe Tûtmaz, Mûstafa Karahan, Mevlude Gunduz, Hulya Varan, Mehmet Yildiz, Fehîm Azak, Yildiz Damla, Mûstafa Ûygûner, Mehmet Yildiz, Mûrat Uzgun û Hîdayet Arslan jî di navde hê jî 16 kes di bin çavan de ne.