Dayikên girtiyan ên 100 roj in di grevê de ne: Bibin dengê zindanan

  • 09:42 6 Adar 2021
  • Rojane
Sema Çaglak 
 
AMED - Li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Adullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan, girtiyên siyasî 100 roj in di greva birçîbûnê de nin. Dayikên girtiyan banga hestiyariyê kirin û gotin: "Zarokên me li benda piştgiriyên me ne. Em dixwazin rayedar guh bidin daxwazên girtiyan." 
 
Li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan, di 27’ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên Tirkiye û herêmê çalakiyên greva birçîbûnê hat destpê kirin. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin ji aliyê koma 20'emîn ve 100 roj in didome. Li Kampa Penaberan a Mexmûrê jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê kanûna 2020'an greva birçîbûnê hat destpêkirin. Her wiha li Wargeha Penaberên a Lavrîo ya Yewnanistanê jî greva birçîbûnê didome. Malbatên girtiyan, siyasetmedar, aktîvîst û parêzvanên mafên mirovan bi daxuyaniyên xwe balê dikişînin ser grevên birçîbûnê û bangên hestiyariyê dikin. 
 
‘Ji bo ku ketine greva birçîbûnê îşkence li wan tê kirin’
 
Servan Sertkaya li Girtîgeha Tîpa L a Turkoglûya Mereşê girtî ye. Servan di sala 2016’an de hatiye girtin û 3 caran hatiye sirgûn kirin. Dayika wî Safîye Sertkaya wiha axivî: “Kurê min ewilî li girtîgeha Mêrdînê de bû. Ji Mêrdînê sirgûnê girtîgeha Tarsûsê kirin û herî dawî jî sirgûnê girtîgeha Tarsûsê û Mereşê kirin. Lê li girtîgeha Mereşê pir zilmê dibîne. Gava ji min re telefonê dike qala zilm û tehdeya ku li ser wan tê kirin dike. Kurê min got 'Mehek beriyan niha 50 gardiyan bi daran ketin koguşên me û êrişê me kirin. Bi vê yekê ling, pê û seren me şikandin. Yan ew ê me bikujin yan jî dê me felç bikin.' Ji bo ku ketine greva birçîbûnê ewqas zilm û îşkence li wan dikin.”
 
‘Zarokên me li benda piştgiriyên me ne"
 
Safîye destnîşan kir ku qey li benda mirina girtiyan e ku piştgiriyeke xurt nayê dayîn û got: “Kurê min kengê bi telefonê digere banga piştgiriyê û hestiyariyê dike. Zarokên me li hundirê li benda piştgiriyê ne. Dixwazin em dengê xwe bilind bikin. Ji kehrê lawê min, bi min ne nexweşînên şekir û tansiyonê derket. Çima ev bêdengî? Bila êdî daxwazên zarokên me bînin cih. Heqê wan tune ku kezeba me rûxinîn. Ev 100 roj in zarokên me bedena xwe dane ber mirinê. Bila êdî aştiyekê pêk bê."
 
‘Zarokên me belasebep tên girtin’
 
Dayika Mazlûm Ozer ê girtî Salîha Ozer diyar kir ku kurê wê 5 sal in li girtîgeha Tîpa D ya Amedê ye û wiha nêrînê xwe anî ziman: “Kurê min beriya ku nehatibû girtin, beşa bijîşkiyê dixwend, sê salên wî mabû ku biqedanda. Lê hatin kurê min xistin girtîgehê û hêj 6 salên wî ma ye ji girtîgehê derkeve. Tu sûcê wî tune bû. Bîlasebep girtin û nehêştin perwerdehiya xwe biqedîne. Kurê min zêde ji min re qala girtîgehê nake lê ez dizanim ku zilm û heqeretê li wan dikin."
 
‘Bila dawî li vê îşkenceyê bînin’
 
Salîha, diyar kir ku ku bila ev îşkenceya li ser malbatan bi dawî bibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Çima ewqas zilm û heqeratê dikin. Em naxwazin girtiyên me bikevin rewşekê wisa. Bila piştgiriyê bidin wan. Bila daxwazên wan bînin cih û ev zilm li ser me hemûyan rakin. Me tu sûc nekiriye. Me kesek nekuşti ye, talanê nekiriye. Yên ku sûcên edlî dikin wan berdidin, lê zarokên me bi sedemên pûç û vala bi salan e di girtîgehan de dihêlin. Ew jî doza mafê xwe dikin. Lê emrê ciwanên me di zindanan de çûn.”