Muazzez Orhan: Bi qedexeyan gel di bin tecrîdê de digirin

  • 09:12 6 Adar 2021
  • Rojane
WAN - Parlamentera HDP'ê Muazzez Orhan diyar kir ku bi qedexeyên "çalakiyan" yên sîstematîk gel di bin tecrîdê de tên girtin û got heta qedexe bên bidawîkirin ew ê çalakiyên xwe bi awayekî perîyodîk bikin. 
 
Kuçeya Nacîbey ya avahiya Partiya Demokratîk a Gelan  (HDP) a Wanê lê ye do di saetên serê sibehê de ji aliyê polîsan ve hat girtin. Parlamenterên HDP'ê Murat Sarisaç û Muazzez Orhan û HDP'yiyan bertek nîşanî polîsên kuçe girtin û destûrê nadin peya derbas bibin. Parlamenteran li gel avahiya walîtiya qedexeya çalakiyan a 15 rojî îlan kir çalakî pêk anîn. Daxwazên hevdîtinê yên paralamenteran ên derbarê qedexeyên bûye sîstematîk nehatin pejirandin. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan  (HDP) Muazzez Orhan, têkildarî qedexeyan axivî. 
 
'Armanca dorpêçkirinê astengikirina xebatên me yên siyasî ne'
 
Muazzezê diyar kir ku do saet di 09.30'an de polîsan avahiya partiya wan dorpêç kirine û rê girtine û wiha got:"Polîs nahêlin kes derbasî avahiya me bibin. Bi itirazên me serok û çend kes dikaribûn derbasî avahiya partiyê bibin. Armanca vê dorpêçkirinê ew e ku dixwazin meşrûtiyeta HDP'ê ya di nava gel de bi dawî bikin. Dixwazin HDP'ê terorîze bikin û nehêlin bi gel bê ba hevdu. Armanca dorpêçkirinê astengikirina xebatên me yên siyasî ne. Ev hezar û pênsed roj in walî li Wanê tim dema qedexeyan dirêj dike. Ji bo partiya proveke bikin û xebatên me asteng bikin û  em çalakiyan nekin avahiya partiya me dorpêç dike."
 
'Dixwazin têkoşîna me asteng bikin'
 
Muazzezê da zanîn ku hewildanên bi vî rengî bi kesî tu tiştî nikare bide qezenckirin û wiha domand."HDP ji roja hatiye avakirin heta niha ji bo aştiyê xebitîye. Ji bo jiyaneke azad û wekhev HDP têdikoşe û polîtikayan diafirîne. Em ê destûrê nedin ku ev bê terorîzekirin. Em bang li gel dikin ku bi van provakasyonan neyên xapandin. Ev tecrîdek e. Di heman demê de qeyrana aborî, topavêtina esnafan, sekinandina sektora tûrizmê encamên polîtîkayên tecrîdê ne."
 
'Em ê çalakiyên xwe bi awayekî perîyodîk bikin'
 
Muazzezê bi lêv kir ku gelek çalakî û daxuyaniyên ku wê bidan bi hinceta pandemiyê hatine astengkirin û wiha got:"Ev qedexeyan li dijî dneg û xebatên partiya me ne. Li Wanê ambargoyeke aborî heye. Destûr nedan çalakiya ji bo 8'ê Adarê jî. Ji bo ev qedexe bi dawî bibe li ber walîtiyê me çalakî pêk anî. Heta ev qedexeyan bi dawî bibin em ê van çalakiyên xwe bi awayekî perîyodîk pêk bînin."