Ji bo mîtînga 8’ê Adarê bang kirin: Em ê bi rengê xwe li qadan bin

  • 09:10 6 Adar 2021
  • Rojane
Sema Çaglak 
 
AMED - Jinan ji bo mîtînga 8’ê Adarê ya ku dê li Qada Îstasyonê ya Amedê bê lidarxistin banga tevlîbûnê kirin û gotin: "Em ê bi xemla jinan û bi cil û bergên kurdewarî li qadan azadiyê biqirîn." 
 
Bi pêşengiya Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKP), bi dirûşma "Em li dijî qirkirina jinan jiyanê, li dijî tecrîdê azadiyê diparêzin" di 1’ê adarê de li Amedê starta 8'ê Adarê dabûn. Bi vî awayî jinan bê navber di nava tevgerê de bûn û tax bi tax, gund bi gund bi jinan re hatin ligel hev. Jinan dê herî dawiyê jî li Qada Îstasyoyê ya Amedê mîtîngê li dar bixin. Mîtîng dê saet 13:00’an de wê bê lidarxistin. Jinan banga beşdarbûna mîtîngê kirin. 
 
‘Dê bi cil û bergên kurdewarî li qada îstasyonê bin’
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Leyla Ayaz destnîşan kir ku bi coşek mezin 8’ê Adarê bê pîroz kirin û got: “Mixabin ji ber sedema pandemiyê ev demek dirêj e em bi awayekî girseyî nekarîn bi jinan re werin ligel hev. Di hefteyên dawîn de em bênavber çalakiyên xwe didomînin û bi jinan re tên ligel hev. Çalakî û şahiyên me bi coşekê mezin hatibûn pêşwazî kirin û ji bo me hemû jinan wek serkeftinek e. Me di serdanên xwe yên jinan de dît ku keda jinê çiqasî tune hatiye hesibandin. Her wiha gelek jin bi tundiyê re rûbirû maye. Ji ber van sedeman divê em tevahî jin di 8’ê Adarê de li qadan de bin. Çawa ku amadekariyên me bi coşekê mezin hatibû pêşwazî kirin dê heman coşê di 8’ê de jî bidin. Em bang dikin ku hemû jin bi cil û bergên xwe yên herêmî li qada îstasyonê bibin.”
 
‘Jin di her qadên jiyanê de li dijî serdestiya mêr têdikoşe’
 
Rêvebera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Peyasê Esma Efeturk jî bal kişand ser xebatên 8'ê Adarê û wiha axivî: “Îro bi hezaran jin rastî kedxwariyê tên. Her wiha ji aliyê ewlehiyê jî bêpar in û bi awayekî zordarî tên xebitandin. Çawa ku li cihê karê zext li ser wan heye di heman demê de jî li hundirê malê de rastî zext û tundiyê tên. Ango jin di her qadên jiyanê de li dijî serdestiya mêr têdikoşe. Lewra me jî xebatên xwe di atolyeyên ku jin têde dixebitin, da dest pê kirin. Me bi qasî xwe gihand jinan û bi wan re ketin pêwendiyê. Em tax bi tax, gund bi gund geriyan û di serdanên me de em ji aliyê jinan ve bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin. Em hemû jin bi hev re bi hêz in. Em bang li jinên Amedê dikin ku tevlî mîtîngê bibin."
 
‘Divê jin her tim li qadan bibin’
 
Rêvebera HDP’ê ya navçeya Peyasê Nazan Îpek jî wiha bang li jinan kir: “Ligel pandemiyê herî zêde jin zehmetiyan re rûbirû man. Bi pergala heyî pirsgirêkên jian nayê çareserkirin. Cihên ku em diçûn, jinan ji me re bi çavekê wek hêza çareseriyê dinêrî. Lê em dibînin ku jin ji pergala heyî ditirsin. Dê em jî di mîtîngê de hêza xwe nîşan bidin. Jin divê hertim li qadan bibin û ji bo azadiyê dengê xwe bilind bikin.”
 
'Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin'
 
Herî dawiyê jî rêvebera HDP'ê ya Peyasê Fatma Dogru axivî û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Hêza jinan hêz dide me. 8'ê Adarê de em dixwazin hemû jinan li qada îstasyonê kom bibin. Werîn em hemû bi hev re têkoşîna xwe mezintir bikin."