‘Di destên dayikan de çek tune ye ew tenê aştiyê dixwazin’

  • 09:02 6 Adar 2021
  • Rojane
Sema Çaglak
 
AMED - Jinan bertek nîşanê operasyona li dijî MEBYA-DER’ê û binçavkirina gelek kesên ku endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê jî di nav de bûn dan. Jinan diyar kirin ku di destên dayikan de tu çek tune ye û ew tenê doza aştiyê dikin.  
 
Polîsan di 27'ê Sibatê de bi ser Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê  Winda Kirin (MEBYA-DER) û gelek malan de girtibû. Di encamê de Dayikên Aştiyê Hatun Yildiz (72) û Meryem Soylu (79) jî di nav de bi dehan kes hatibûn binçav kirin. Di 28’ê Sibatê de jî Hatun Yildiz û Meryem Soylû ên ku hatin binçavkirin hatin girtin. Her wiha polîsan di 3’ê Adarê de cara duyemîn li dijî MEBYA-DER’ê operasyon kirin û di serdegirtina malan de rêveberên komeleyê Şehmûs Turk (81), Yildiz Damla, Ayşe Tutmaz, Halîme Topûz, Aysel Pehlîvan û Saît Borta di nav de de gelek kes binçav kirin.
 
Jinan girtina dayikan û êrîşên li ser MEBYA -DER'ê şermezar kirin û xwestin ku demildest dayikên hatine girtin bên berdan.  
 
‘Girtina dayikan rewşeke şermezarkirinê ye’
 
Endama Meclîsa Dayikên Aştîyê Vasfîye Yîgît jî diyar kir ku dayik tenê ji bo aştiyê têdikoşin û wiha got: “ Girtina dayikan rewşeke şermezar kirinê ye. Em bi rastî jî pir li ber wan ketin û xemgîn in. Ez wek dayikek aştiyê girtinan şermezar dikim. Êdî bes bila êrîşî dayikan nekin. Dayik tenê aştiyê dixwazin. Her ku dayik ji bo aştiyê têdikoşîni zext û zilma li ser wan jî zêde dibe. Em dixwazin êdî ji bo aştî û aramiyê gav bê avêtin. Dayikên ku hatin girtin bila demildest serbest bên berdan. Em jî dayik in û em girtinê ji xwe re heqeretek dibînin.  Bila zilma li ser dayikan bi dawî bibe.”
 
‘Dayik aştiyê dixwazin’
 
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Guler Yuksekbag jî girtin û binçavkirina endam û rêveberên MEBYA-DER’ê şermezar kir û wiha axivî: “Ev tişt nayê qebûl kirin. Di pêvajoya pandemiyê de şert û mercên girtîgehan li holê ne. Bi girtinê  jiyana du dayikên temen mezin dikin bin xetereyê. Girtiyên edlî serbest hatin berdan, Lê dayikên ku temenê wan 70-80 salî ne dixin girtîgehê.  Dixwazin dengê wan bi binçavkirin û kirina zindanan qut bikin. Lê dayikên hişyar û zana ne. Li derve bin jî û li hundr jî bin dengê wan nayê qutkirin. Di deste dayikan de tu çek tune ye. Tenê ji bo ku zarokên wan neyên kuştin û ji bo aştiyê têkoşînê didin. Ango li hemberê şer disekinin.”  
 
‘Dem dema xwedî derketinê ye’
 
Rêvebera Komeleya Çand û Piştevaniya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEYA-DER) a Sêrtê Leyla Ozalp jî axivî û destnîşan kir ku bila êdî dev ji vê dijminatiyê berdin. Leyla wiha berdewam kir: “Em vî şera ku li hemberê civata kurd û dayikan tê meşandin şermezar dikin.  Ev desthîlatdarî ji dayikên 70-80 salî jî ditirse. Em tenê doza aştî, wekhevî, demokrasî û mafên xwe dikin. Em xwedî li civaka xwe û malbatên xwe derdikevin lewra ewqas êrîşî me dikin. Banga me ji hemû civak û dayikan  re ye ku bila li dijî vê rabin ser piyan. Dem dema xwedî derketina li nirxên xwe ye.”