ROJEVA 6'Ê ADARA 2021'Ê

  • 09:00 6 Adar 2021
  • Rojev
 * Nebahata ku bi salan bi şîdetê re rûbirû maye herî dawiyê li dijî şîdetê serî rakir. Niha mal bi mal digere û çîrokên jinan guhdar dike û serî rakirina xwe mînak dide banga xweparastinê ya li dijî şîdetê dike. BI DÎMEN
 
* Jinan bertek nîşanê operasyona li dijî MEBYA-DER’ê û binçavkirina gelek kesên ku endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê jî di nav de bûn dan. Jinan diyar kirin ku di destên dayikan de tu çek tune ye û ew tenê doza aştiyê dikin. DÎMEN HEYE
 
*Berxwedana Dîlbent Turker her çiqas bi berxwedana Sînbo rû bide jî berxwedana wê ji zarokatiyê dest pê dike. Dîlbent wiha dibêje: “Ji bo bijîm, rastî tacîzê neyem min têkoşîneke mezin da.” BI DÎMEN 
 
*Bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinen Cîhanê, jinan daxwazên xwe anîn ziman û diyar kirin ku divê kuştinên jinan ku pirsgirêka herî girîng a welat e bi dawî bin. Ji jinan Hîlan Gurpinar got: “Me her tim çîrokên jinan ên ji aliyên kesên din ve hatine nivîsin xwendin. Ez dixwazim ku her jinek çîroka xwe bi xwe binivîse û em di rojên pîroz de bên gel hev.”  BI DÎMEN 
 
* Girtiyên siyasî ev 100 roj in li dijî tecrîd û binpêkirina mafên girtîgehan di çalakiya greve birçîbûnê de nin. Dayikên girtî banga hestiyariyê dikin û destnîşan dikin ku girtî ji ber ku ketine greva birçîbûnê bi îşkenceyê re rûbirû tên. BI DÎMEN 
 
*Rojnamegerên jin ên di her şertî de li qadê ne û bi objektîfên xwe dibin şahidê têkoşîna jinan, 8’ê Adarê bi kelecan û rihê berxwedanê dipên. Rojnamegerên jin ên ji êrîşan nisîbê xwe digirin, bang kirin ku divê kuştinên jinan bi dawî bin û polîtîkayên der barê jinan de bên guhertin.
 
*Jinan ji bo mîtînga 8’ê Adarê ya dê li qada îstasyonê ya Amedê bê lidarxistin wiha bang kirin: “ Em ê bi xemla jinan û bi cil û bergên xwe yên kurdî  li qadan bibin.” BI DÎMEN 
 
* Parlamentera HDP'ê Muazzez Orhan diyar kir ku bi qedexeyên "çalakiyan" yên sîstematîk gel di bin tecrîdê de tên girtin û got heta qedexe bên bidawîkirin ew ê çalakiyên xwe bi awayekî perîyodîk bikin. BI DÎMEN 
 
*Çalakvanên Tevgera Jinên Azad û Parlementera HDP'ê Ebru Gunay wê di çarçoveya 8'ê Adarê de serdana dayikên Aşitiyê bikin.
(11.00 - 14.00)