Li gelek bajaran pîrozbahiyên 8'ê Adarê

  • 17:08 5 Adar 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê bi dirûşmeya "Em li dijî qirkirina jinan, jiyanê li dijî tecrîdê azadiyê diparêzin" li Dîlok, Edene, Elih, Amedê û Antalyayê çalakiyên cuda li dar xistin û gotin: "Tirsa ku me kiriye dilê dijmin em ê bi têkoşîna xwe bidomînin."
 
Bi pêşengiya Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma "Em li dijî qirkirina jinan jiyanê, li dijî tecrîdê azadiyê diparêzin" xebat û çalakiyên xwe yên 8'ê Adarê didomînin. Li Dîlok, Edene, Antalya, Elîh û Amedê çalakiyên cur bi cur hatin li darxistin û jin daketin qadan. 
 
Li Dîlokê şahî hat lidarxistin 
 
Meclîsa Jinan a HDP û aktivîstên TJA'yê di çarçoveya pîrozbahiyên 8’ê Adarê de şahiyek li dar xistin. Parlamentera HDP’ê Tulay Hatimogullar, endama MYK’ê Sûltan Ozcan, endamên Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên jinan ên li bajêr û gelek jin beşdarî şahiya li avahiya partiyê pêk hat bûn. Di şahiyê de pankartên “Raberîna me ji bo azadiya me ye” û “Ji tundiyê re bêje êdî bese, Peymana Stenbolê û qanûna hejmara 6284 bi cîh bîne” hatin vekirin.
 
Sûltan, di şahiyê de aixî û diyar kir ku partiya wan partiya jinê ye û got: “Jin herî zêde di nava partiya me de siyasêtê dikin. Desthilatdarî hewl dide partiya me sûcdar nîşan bide. Dixwazin pêşiya partiya me bigirin. Ji polîtîkayên jinan ên HDP’î ditirsin. Lê wê jin destûrê nedin vê yekê. Em her tim kelemê di çavên wan de bin. Dawiya wan dê bi destê jinan pêk were.”  
 
Piştre parlamenter Tulay axivî û jinên ku hatine qetilkirin bi bîr anîn û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Desthilatdarî ji bo ku bi ser krîza aborî bigire, êrîşî HDP’ê dike. Yên ku herî zêde ji vê krîzê bi bandor dibin jin in. Em ê ji bo karê xwe, nanê xwe û hebûna xwe têkoşîna xwe mezin bikin. Ger hêza wan têra Garê bikira, wê Şengal jî dagir bikirana. Lê hêza wan tê rê nekir. Yên ku li Efrînê, jinên kurd ji malên wan koçber kirin û jinên Şengalî revandin heman kes in. Jinên kurd weke xenîmetên şer dîtin û di bazaran de firotin. Zarokên wan tên firotin. Hewl didin navê jinan ji holê rakin. Lê em ê bi têkoşîna xwe her tim wan paşve bixin. Tirsa ku me kiriye dilê wan de, em ê dewam bikin.”
 
Şahiya jinan, di dawiyê de bi berzkirina dirûşmeya “Jin jiyan azadî” û bi gerandina govendê bi dawî bû.
 
Jinan li Edeneyê belavok belavkirin 
 
Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Edeneyê û aktîvîstên TJA’yê, bi heman armancê, belavokên mîtînga 8’ê Adarê ya roja Dûşemê li Qada Ûgûr Mûmcû bê lidarxistin, belav kirin. Jinan li taxên Gulbahçe, Şakirpaşa û Hurriyetê yên girêdayî navçeya Seyhanê, li bazar û malan belavok belav kirin. Jinan, ji bo tevlîbûna Mîtînga 8’ê Adarê bang  li jinan kirin û girîngiya 8’ê Adarê ji jinan re vegotin.
 
Jinan li Antalyayê kuştina jinan şermezar kirin 
 
Rêxistina Partiya Çep a Antalyayê jî, di çarçoveya pîrozbahiyên 8’ê Adarê de, li avahiya xwe ya bajêr civîna çapemeniyê li dar xist. Seroka Partiya Çep a Antalyayê Aysel Aydin di civînê de axivî û wiha got: “Em ê dest ji jiyan û pêşeroja xwe bernedin. Peymana Stenbolê û qanûna hejmara 6284’an ji bo jinan, di asta jiyanî de ne. Ji bo  ku cînayetên jinan bên rawestandin, divê bergirî bên girtin û bersûc bên cezakirin. Roj roja me ye, raperîn raperîna me. Em pevren. Hêza guhertinê, wê hêza me be.”
 
Civîna jinan li Farqînê pêk hat 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Taxa Alîbey a girêdayî navçeya Farqînê ya Amedê, bi jinan re civiya. Parlamentera HDP’ê Semra Guzel û gelek jin beşdarî civînê bûn. Li navçeya Hênê jî, jin li hev kom bûn û 8’ê Adarê pîroz kirin. Li navçeya Sûrê jî jinan belavokên pîrozbahiya 8’ê Adarê belav kirin û hemû jin vexwendin mîtînga li Qada Îstasyonê bê lidarxistin.
 
Bi cilên xwe yên kurdewarî tevlî şahiya Êlihê bûn
 
Li Êlihê jî, bi tevlîbûna Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca, hevşaredara Bajêr Songul Korkmaz a qeyûm tayînî cihê wê hatibû kirin, berdeveka TJA’yê ya Êlihê Gulîstan Sonuk, aktîvîstên TJA’yê û endamên Meclîsa Jinan a HDP’ê, şahiyek li avahiya HDP’ê hat lidarxistin. Jinan di şahiyê de, kincên gelêrî li xwe kirin û li ber stranên hûnermendên Navenda Çanda Biharê guvend gerandin. Parlamentera HDP’ê Feleknas Ûca, di şahiyê de axivî û bal kişand ser têkoşîna jinan a hişmendiya serdest paş xistiye.  
 
Piştre Hevşaredar Songul Korkmaz axivî û diyar kir ku pergala hevserokatiyê, ji bo tevahiya cîhanê bûye rol û nimûneyek mezin. Songul, dest nîşan kir ku ew ê xwedî li destkeftiyên pergala hevserokatiyê derkevin. 
 
Piştî axaftinê şahiya jinan bi gerandina govendê, lêxistina çepikan û berzkirina tilîliyan bi dawî bû.