Li Agiriyê şahiya 8'ê Adarê

  • 16:11 5 Adar 2021
  • Rojane
AGIRÎ - Jinên HDP'yî bi munasebeta 8'ê Adarê li avahiya xwe ya Agiriyê şahî li dar xistin. 
 
Meclîsa Jinê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Agiriyê bi dirûşma "Li dijî Qirkirina Jinê Em Azadiyê Diparêzin" li avahiya partiya xwe bi munasebeta 8'ê Adarê şahî li dar xistin. Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Meclîsa Jinê ya HDP'ê,  Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek jin beşdarî şahiyê bûn.  
 
'Jinan li dijî rejîma mêr li berxwe dan'
 
Di şahiya bi rêzgirtinê dest pê kir di destpêkê de li sinevizyonê hat temaşekirin. Piştî sînevizyonê Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr axivî. Dilanê da zanîn ku bi ked, têkoşîn û serîhildana jinê ew tev digerin û got dîsa berdêla herî giran a vê têkoşînê jin didin. Dîlanê wiha domand:"Têkoşîna her dewam kir. Jinan li dijî rejîma mêr li berxwe dan. Tu hêz nikare serîhildana jinê têk bibe. Cîhan ji bo azadiya jinê her hebû û ew ê her hebe. Her wiha têkoşîna jinên kurd ji cîhanê re bû mînak."
 
Di şahiyê de lolîpopên "Ne jinan mêrên tundiyê dikin asteng bikin","Ne li dijî jinan li dijî tundiyê em destên xwe rakin" hatin hilgirtin. Jinan bi stranên Nûrcan Degirmencî ya ji Navenda Çandê ya Mezopotamyayê û tevî lêdana erbaneyan govend gerandin. 
 
Di şahiyê de qurnefîl li jinan hat belavkirin û şahî bi belavkirina diyariyan a ji aliyê mêrên di rêveberiya HDP'ê de bi dawî bû.