Jinan li Sîlopiyê şahiya 8'ê Adarê li dar xist

  • 15:50 5 Adar 2021
  • Rojane
ŞIRNEX - Bi nêzbûna 8'ê Adarê re jinan lez dan xebatên xwe. Jinên ku bê navber xebatên xwe li Şirnex û navçeyên wê didomînin.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê  li navçeyên Silopî û Qilebanê ya Şirnexê bername li dar xistin. Jinan  li avahiya HDP’ê ya navçeya Sîlopiyê şahî li dar xist û li Qilebanê jî çûn serdana gora  Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yûksel.  
 
Jinên ku li avahiya HDP'ê ya Sîlopiyê şahî li dar xistin bi kincên xwe yên neteweyî tevli şahiyê bûn û govend gerandin.  Rêvebirên HDP’ê yên Hezexê, dayikên aştiyê, endamên Meclisa Jinan a  HDP’ê ya Şirnexê û gelek jinên din tevlî şahiyê bûn. Her wiha endamên Meclisa Dayikên Aştiyê jî tevli şahiyê bûn û bi stranên ku gotin govend mezin kirin.  
    
Di dawiyê de li jinan qurnefîl hatin belavkirin û şahî bi govend, tilîlî û dirûşma, "Jin jiyan azadî" bi dawî bû. 
 
'Em ê heta dawî li ser şopa têkoşeran bin'
 
Li navçeya Qilebanê jî bi tevlîbûna aktîvîstên TJA û endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê serdana gora Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yûksel ku di qedexeyên Cizîrê de hatibû qetilkirin kirin. Piştî deqîqeyeke rêzgirtinê li ser navê jinan aktîvîsta TJA'yê Emîne Înan axivî. Emîne, diyar kir ku ew bi têkoşîna Asyayan serfirazin û got ku ew ê heta dawiyê li pey şopa jinên têkoşer bin.
 
Piştre jinan li gundê Roboskî yê Qilêbanê malbatên ku zarokên wan di bombebarana dewleta tirk a 28'ê Kanûna 2011'an de hatin qetilkirin kir.