Jinên ciwan bi coşek mezin dawî li kampanyaya 'raperîna xemrî' anîn

  • 15:28 5 Adar 2021
  • Rojane
MÊRDÎN - Meclîsa Jinên Ciwan a HDP’ê di fînala kampanyaya Raperîna Xemrî de li Mêrdînê kom bûn. Jinan bi dirûşma “Li dijî destdirêjî, tecawiz û qirkirina jinê niha ber bi raperîna xemrî ve” bi pêşengtiya stran û dirûşman, bi cilên xwe yên gelêrî govend gerandin
 
Meclîsa Jinên Ciwan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 8’ê Mijdarê de bi dirûşma “Li dijî destdirêjî, tecawiz û qirkirina jinê niha ber bi raperîna xemrî ve” kampanyaya "Raperîna Xemrî" dabûn destpêkirin. Ji bo fînala kampanyayê jinên ciwan li avahiya HDP’ê ya bajarê Mêrdînê kom bûn. Parlamentera HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Ebrû Gunay, Dersîm Dag, jinên  TJA’yî û bi sedan ciwan beşdarî çalakiyê bûn. Pankartên ku li “Li gerdûnê û li her derê em hene em li vir in, 8’ê Adarê pîroz be” hatibûn nivîsîn hatibûn daliqandin.
 
Di serî de ciwanan bi şahiyê dest pê kirin. Bi pêşengtiya stran û dirûşman govend hat gerandin. Piştî wê di serî de parlamenter Ebru Gunay, Ayşe Acar Başaran û Dersîm Dag axivîn. Di dawiya axaftinê de jî sînevîzyona ku çalakiyên jinan ên di çarçoveya kampanyayê de hatine amadekirin hatin temaşekirin. Herî dawî Koma Jinên Azad konser da.
 
‘Îqtidar li dijî ciwanan polîtîkayên dijminatiyê dide meşandin’
 
Ebrû Gunaya di serî de mafê axaftinê girt û wiha got: “Îqtidara heyî li dijî ciwanên demokrat û têkoşer polîtîkayê dijminatiyê didin meşandin. Bi taybet jî bi êrişên xwe yên li dijî jinan qirkirina wan dikin armanc. Me îro li Mêrdînê ji dît, 'hûn mîrateya rêxistina ku ciwanan dest pê kiriye û wê ciwan jî bi ser bikevin'. Bi vê moral û quwetê wê jinên ciwan ên HDP’yî li dijî faşîzmê têkoşîna xwe bidin berdewamkirin. Bi hêza ku me ji vir girtiye em ê 8’ê Adarê û 21’ê Adarê pêşwazî bikin. Hûn bi xêr hatin û 8’ê Adara we pîroz be.”
 
‘Me êrişên îqtidarê vale derxist’
 
Ayşe Acar Başaran jî wiha got: “Em di pêvajoyek ku hemû cure êrişên li ser jinê rewa tên dîtin re derbas dibin. Îqtidar û tifaqa MHP û AKP’ê di her fersendê de li dijî jinan polîtîkayên xwe yên qirêj didin meşandin. Ji ber ku îqtidar her dixwaze rejîmek nû ya yekkes, nîjadperest, mîlîtarîst, olperest û zayendperest ava bike. Ango yên ku herî zêde li dijî vê rejîmê têdikoşe jî jin in. Sedema ewqas êrişên li ser jinan jî ev e û tirsa îqtidarê ye. Em hemû dizanin jî ev nîşaneya herî dîyarde ya ketina îqtidarê ye. Wan yek girt, bi dehan jin rabûn. Wan êriş kir bi sedan jinî bertek nîşan dadn. Me êrişên wan bi hev re vale derxistin.”
 
‘Em ê raperîna we xurt bikin’
 
Dersîm Dag jî bal kişand li ser kampanyayê û wiha got: “Armanca kampanyayê ji bo ku em demlidest rabin seferberiyê bû. Me bi hev re li dijî qetilkirina jinan got 'niha dema raperînê ye'. Ji bo Gulîstan Doku, ji bo Ekîn Wan û ji bo Îpek Er û jinên din me kampanya da destpêkirin. Me di çarçoveya kampanyayê de jî xwe gihand bi hezaran jinan. Me rewşa heyî û hişmendiya mêr nîqaş kir. Me rêxistinbûyîna xwe di vê pêvajoyê de xurt kir. Em ê raperîna xwe ya jinên ciwan xurtir bikin. Em herî dawî 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz dikin.”
 
Piştî axaftina parlamenteran sînevîzyon hate temaşekirin û herî dawî Koma Jinên Azad konser dan.