Li Mexmûrê greva birçîbûnê 79 roj in didome

  • 15:27 5 Adar 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê hatiye destpêkirin, bi koma 39’an di roja 79’an de dewam dike.
 
Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê û herêmê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê hat kirin. Çalakiya greva birçîbûnê bi koma 39’an di roja 79’an berdewam dike.  Çalakiya gireva birçîbunê îro ji aliyê gel ve bi awayek girseyî hat ziyaretkirin. 
 
Meclîsa Îştar û Meclîsa Gel çûn serdana çalakvanan. Li ser navê Meclîsa Îştar Sultan Yildiztan axivî û çalakiya greva birçîbûnê silav kir û wiha dom kir: “Beriya her gotinê em 8’ê Adarê li mîmarê azadiyê Rêber Apo tevahî jinên têkoşer û gerîllayên çiyayê Kurdistanê pîroz dikim. Êdî dem hatiye tevahî Gelê Kurd û jinên kurd em bikevin nava berxwedaniyekê de. Em çalakiyên xwe berfireh bikin û rojên serkeftî bi serokatiya xwe re bijin."
 
Ser navê çalakvanan jî Elî Hesen jî xêr hatina xebatkarên Meclîsa Îştar û Meclîsa Gel kir wiha axivî: “Ev çalakiya ku dibin pêşengiya Meclîsa Îştar de hatiye destpêkirin gelek bi nirxe û çalakiyek bi rûmet e. Armancê ev çalakiya me azadkirina fizikî ya Rêber Apo ye û em dixwezin bi hev re bijîn. Êdî dem hatiye ku em bi serokatiya xwe re bijîn. Em roja 8’ê Adarê li Rêber Apo û tevahî jinan pîroz dikin."