Jinan li Colemêrgê serdana esnafan kirin
- 13:59 5 Adar 2021
- Rojane
COLEMÊRG - Li Colemêrgê bi munasebeta 8'ê Adarê jinan serdana esnafan kir. Di serdanê de qurnefîl li jinan hat belavkirin.
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Meclîsa Jinê ya Colemêrgê di çarçoveya bernameya 8'ê Adarê de çûn serdana esnafan. Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu û gelek jin beşdarî çalakiya serdana esnafan bûn. Jinan eleqeyek mezin dan serdanê û peyamên piştevaniyê hatin dayin.
Piştî serdanê qurnefîl ji jinan re hat belavkirin.
Serdan bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû û jin ji bo şahiya li Geverê dê bê lidarxistin derketin ser rê.