Li Mêrdînê ji girtiyên jin re qert hat şandin

  • 12:14 5 Adar 2021
  • Rojane
 
MÊRDÎN - TJA di çarçoveya xebatên 8’ê Adarê de ji bo girtiyên jin qert şandin.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşmeya “Em li dijî qirkirina jinan jiyanê, li dijî tecrîdê azadiyê diparêzin” di 1’ê Adarê de starta 8'ê Adarê dabûn. Xebat û çalakiyên 8'ê Adarê di roja xwe ya 5’emîn de berdewam dike. TJA, di çarçoveya xebatan de li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li hev kom bûn û ji bo girtiyên jin qert amade kirin. Bi tevlîbûna parlementera HDP’ê Ebrû Gunay, endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê  yên navçe û bajêr û çalekvanên TJA’yê tevlî çalakiyê bûn. 
 
Jinan 129 qert ji girtiyên jin re şandin,