Dayikên aştiyê: Aştî bi kuştinê pêk nayê

  • 09:07 5 Adar 2021
  • Rojane
 
STENBOL - Endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ku bi armanca tecrîdê bikin rojevê û aliyê muxalîf bikin tevgerê, dest bi hevdîtinên dîplomasiyê kirin, ev bang li dayikan kirin: “ Em bang li dayikên Tirkiyeyê dikin bila destûrê nedin kuştinê û bên ku em li dijî şer bi hev re têkoşînê bidin.”
 
Tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome. Gelê Kurd û dostên Kurdan li her derê daxwaz dikin ku dawî li vê rewşê bê. Girtiyên PKK û PAJK’ê jî bi armanca bidawîkirin tecrîdê dest bi greva birçînbûnê ya bêdem û dorveger kiribûn. Grev di roja 97’emîn de didome. Tevî hemû bangan raydarên hikûmetê bêdengiya xwe diparêzin. Însiyatîfa Dayikên Aştiyê bi armanca tecrîdê bike rojevê, grevên birçîbûnê bidawî bibin dest bi hevdîtinên dîplomasiyê kirin. Dayikan di vê çarçoveyê de bi Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî û parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu re hevdîtin pêk anîn.
Dayikên Aştiyê wê di rojên pêş de jî hevîtinên xwe bidomînin.
 
‘Em dixwazin dengê xwe bidin bihistin’
 
Ji Dayikên Aştiyê Bedîa Gokgoz der barê mijarê de ji ajansa me re axivî, bal kişand ser armanca serdanan û got: “Tecrîda li ser Abdullah Ocalan bandorê li ser civakê jî dike. Em nikarin derkevin kolanên xwe. Em nikarin dengê xwe bigihînin tu kesî. Zarokên me di grevê de ne. Maf û hiqûq ji me girtine. Li ser me jî tecrîd heye. Ji bo tecrîd bi dawî bibe em bi demokrat, nivîskar, parêzvanên maf re hevdîtinan dikin. Em hewl didin dengê xwe bidin bihistin. Divê raya giştî jî dengê girtiyan bibîhîze. Divê daxwazên girtiyan bên cih .Daxwaza girtiyan daxwaza me ye. Em edeletê dixwazin.”
 
‘Aştî bi kuştinê pêk nayê’
 
Dayika Aştiyê Aklîme Keskîn jî destnîşan kir ku bi salane li erdnîgariya Kurdistanê xwîn dirêje û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kuştin ne çareseriye. Bila tecrîd û kuştin bi dawî bin. Li her derê cîhanê çareserî û aştî li ser maseyê ye. Bi kuştinê aştî ne pêkane. Bi salane dibêjin me Kurd qedandine lê naqedin. Em her diçe zêdetir dibin. Bila malbatên polîs û leşkeran jî piştgiriyê bidin me. Bila ligel me bin. Em derî bi derî bigerin. Em aştiyê bi hev re bînin.”
 
‘Bila dayikên leşker û polîsan piştgiriyê bidin me’
 
Dayika Aştiyê Behiye Duman jî bal kişand ser grevên birçîbûnê û daxuyakirin ku bila dengê zarokên wan bên bihistin û ev tişt anî ziman: “Tecrîd nikare bê qebûlkirin. Ji bo cenaze ji girtîgehan dernekevin divê her kes hewl bide. Em êşa dayikên ku zarokên xwe li Garê winda kirine parve dikin. Em bang li dayikên Tirkiyeyê dikin. Bila desturê nedin kuştinê. Zarokên rayedaran ne leşkerin. Hemû leşker zarokê xizanan e. Divê em dayik destê hev bigirin. Em bibin yek em ê bikaribin zarokên xwe xilas bikin.”