Ji jinan banga têkoşînê

  • 09:04 5 Adar 2021
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Jinên ji aliyên cuda ku di bin dagirkirina mêr de, dikevin 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê peyama têkoşîn û piştevaniya yekbûyî dan.
 
Bi nêzîkbûna 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê re, jinan peyama piştevanî û yekitiyê dan û li dijî şîdeta dewlet, mêr û patronan banga têkoşînê kirin.
 
Jin tên binpêkirin
 
Fîlîz Kerse ya di sektora tekstîlê de dixebite 40 salî ye wiha got: “Jinên bê rêxistin zêdetir rastî şîdet û destdirêjiyê tên. Jin ewil di malbatê de piştre ji aliyê hevjîn piştre jî ji aliyê patronan ve dîl tên girtin. Ji aliyê şef û hosteyan ve rastî heqeretan tên. Lê li xebatkarên mêr wisa nakin.”
 
Fîlîzê destnîşan kir ku piranî karkerên tekstîlan jin in û ev ji ber kodên hatine jiberkirinê ne û ev tişt daxuyand: “Bi xebatkarên jin karên paqijî û ber destan jî didin kirin. Lê li mêran wisa nakin. Çawa ku li malê ji jinan re dibêjin ‘kurê min hat nan bîne, mêvan hat tu rabe bila mêvan rûne, li kargeriyan jî wisa tê kirin. Jin ji bo aborî û azadiya civakî neçare mesayiya zêde qebûl dike. Tevî binpêkirina kedê jin neçare xebatê qebûl bike. Karkerên jin li gorî mêran li malê jî kar dikin, li zarokan dinêrin, paqijiyê dikin.”
 
'Yên jinan dikin dijminê jinan patron in'
 
Fîlîzê bi lêv kir ku jin kirdeya şoreşê ne û wiha pê de çû: “Dema karkerek jin ji karkereke din a jin zêdetir pere bigire li hember a din şer dide destpêkirin. Ev jî ji patronan diqewime. Ji ber bi reqabetê zêdetir didin xebitandin. Karker li çînan veqetandine. Lê wek tê zanîn tu ferqa karkeran tune ye. Em hemû sibehê zû radibin û hemû tên binpêkirin. Her wiha hosteyên jin jî wek mêran destdirêjiya fizîkî û gotinî dikin. Ji bo mirov li kar bibin xwedî mertebe hewce bi torpîlê heye. Jin li tekstîlan ji paqijî û pakêtkirinê berpirs in. Hoste û şefên jin gelek kêm in. Jin di dema regilê de nikarin destûr bigirin. Keda jinê wek hêza erzan tê dîtin.”
 
'Kod 29 pêkanînek ku jinê tecrîd dike ye'
 
Fîlîzê bal kişand ser Kod 29 ku di pêvajoya pandemiyê de wek hincet tê nîşandan û da zanîn ku dema karker ji kar tên derxistin dewlet patron bi hev re tev digerin û Kod 29 bi taybet jinên şoreşger hedef digire û nahêle ku jin kar bibînin. Fîlîzê da zanîn ku Kod 29 pêkanînek ku jinan tecrîd dike ye û got: “8’ê Adarê roja têkoşînê ye. Divê jin dakevin qadan û dengê xwe bidin bihîstin. Ez bang li karkeran dikim. Divê em di her şertî de bibin yek. Divê em xwe rêxistin bikin û têkoşînê bimeşînin.”
 
‘Jin di şertên giran de dijîn’
 
Nazîme Ozbay a 60 salî jî ku ji Rihayê ji ber debarê koçî Torbali ya Îzmîrê kirine wiha got: “25 sal in em li vir in. Me pir rezîlî kişand. Em di kon de jiyan. Herî zêde jinan kişand. Wê demê zêr 10 mîlyon bû. Heftaneya me 3 mîlyon bû. Demên dawî de hefteya jinan 70 milyon a mêran 100 mîlyon e. Ez êdî naxebitim. Ez ji ser hevjînê xwe diçim nexweşxaneyê.”
 
‘Jin bi pereyên kêm tên xebitandin’
 
Bûka Nazîmeyê, Hacer Ozbay jî got: “Ev 10 sal in em hatin Torbaliyê. Sê zarokên min li vir çêbûn. Piştre xesûya min li zarokan mêze kir û ez çûm kar. Ez ducanî bûm jî diçûm ser erd. Patron û çawîş piranî mêr in. Em bêjin 50 jin dixebitin 10 heb jî mêr in. 20 TL’yê mêran ji yê me zêdetir e. Jin sibehê zû radibin. Heta derengiya êvarê dixebitin. Li malê jî kar dikin. Kêm radizên. Lê mêr tenê li ser erd dixebitin. Patron kêm pere bide jî jin neçarin bixebitin. Ez pereyê xwe ji bo malê xerc dikim. Li malê jî li ser erd jî kar zehmet e. Mêr barê jinan sivik nakin. Gotina jinê li malê derbas nabe. Lê divê ne wisa be. Divê jin xwe li ser erdan jî û li malê jî rêxistin bikin.”
 
‘Jin ditirsin dest ji mêr berdin’
 
Jina bi navê Kevser Koyabakan a 40 salî jî ku hem li ser erd û hem jî li fabrîkayê dixebite got: “Jin hema wisa biryara berdanê nadin. Azadiya aboriya jinan tune ye. Xwendin û nivîsandina wan tune ye. Ger dest berde jî li holê dimîne. Ji ber xebatê nizane. Mêr naxwaze nefeqeyê bide jinan. Jinên bixwazin dest ji mêr berdin jî rastî şîdetê tên. Piştî destberdanê diçin cem dê û bav. Lê wek bar tên dîtin. Ji ber vê jin naxwazin dest ji mêr berdin. Divê ji ber vê nefeqeya jinan be dayîn. Her wiha ji ber ku jiyana jinan piranî li malê derbas dibe jî pirsgirêkên derûnî dijîn. Lê em nikarin bêjin ku em derdikevin derve jî. Em jin ne azad in. Min Peymana Stenbolê yekem car bihîst. Jin qanûnan nizanin. Mêr dixwazin ku jin cahîl bimînin. Divê wekheviyek hebe. Lê mixabin dewlet jî naxwaze. Ez dixwazim ku jin Peymana Stenbolê fêr bibin.”
 
‘Rolên zayenda civakî li jinan tê ferzkirin’
 
Xwendekara Zîraatê ya Zanîngeha Egeyê Zumrut Dogan jî got dema xwendekar zanîngehê tercîh dikin jî rastî kodên zayendî tên û got: “Dema jin pîşeya xwe hildibirêjin jî neçar dimînin bi hemû zehmetiyan re têbikoşe. Dema min zîraat tercîh kir, gotin tûyê bikaribî bikî. Mînak pîşeya endezyariyê, hejmara endezyarên jin kêm e. Weke ku jin nikarin vî karî bikin nîşan didin. Her wiha li ser wargeha keçikan jî pir zext hene. Îdareya wargehê piştgiriyê dide têkiliyê feodal. Dema xwendekarên jin xanî digirin jî ehlaq tê ferzkirin. Naxwazin mêr bên malê. Li zanîngehê xebatên li dijî destdirêjiyê tune ne yan jî naveroka wan tê valakirin. Em xwendekar zanîngeheke ku wekheviya zayendî lê heye dixwazin. Têkoşîna li dijî zanîngehên jinan jî didome. Bûrsên xwendekaran têr nake û xwendekar wek hêza kar a erzan tên dîtin. Ez bang li hemû jina dikim ku di 8’ê Adarê de li qadan bin.”