Ayşe Acar Başaran: Em bi têkoşînê destkeftiyên xwe diparêzin

  • 09:03 5 Adar 2021
  • Rojane
 
Habîbe Eren
 
ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku ew ê di 8’ê de serhildanê mezin bikin û got: “Pandemî bi xetere lê serdestiya mêr hîn bêtir xeter e. Aşiya pandemiyê heye lê aşiya serdestiya mêr têkoşîna jinan e. Ji ber vê jî em çiqas têbikoşin em ê evqas mafên xwe biparêzin.”
 
Meclîsa Jinan a HDP’ê wê di 8’ê Adarê de bi dirûşma ‘serhildana me ji bo azadiya me ye’, ‘Bi berxwedanê jin dimeşin azadiyê’ wê li qadan bin. Meclîsa Jinan wê li Êlih, Mersîn, Îzmîr, Antalya, Denîzlî, Eskîşehîr, Aydin, Kocaelî, Stenbol, Amed, Wan, Edene û Enqereyê bi girseyî meş û mîtîngan pêk bînin. Jinên HDP’ê ku di bin siya binçavkirin, zext û girtinan de 8’ê Adarê pêşwazî dikin, wê carek din daxwazên xwe li kolanan biqîrin.
 
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran der barê kampanya ‘Ji bo jinan edelet’ ya di 10’ê Sibatê de starta wê dan û 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de axivî.
 
Ayşeyê got di encama nîqaşên mezin de kampanya ‘ji bo her kesî edelet’ derketiye holê û got civînên ku di wan de siyaset şer û tecrîd hatine nîqaşkirin pêk anîne û hema hema bi hemû pêkhateyên HDP’ê re nîqaş meşandine. Ayşeyê wiha berdewam kir: “Me bernama ‘ji bo jinan edelet’ di 13’ê Sibatê de deklere kir. Em dizanin ku bi sedsalane serdestiya mêr li dijî jinane. Mixabin edelet ji bo jinan tu car pêk nehat. Edelet her tim li alî mêr û mîlîterîzmê bû. Ev siyaseta AKP-MHP’ê girantir bû.”
 
‘Li cihê ku aştî tune ye edelet jî tune ye’
 
Ayşeyê bi lêv kir ku jinan li dijî siyaseta şer û tecrîdê berpirsyarî girtiye ser xwe û got hevseroka KCD’ê Leyla Guven di 2018’an de li dijî tecrîdê dest bi grevê kiribû û got: “Jinan qêrîna aştiyê li her derê bilind kirine. Dayikên laçik sipî, dayikên aştiyê û hemû jinên têkoşîna jinan dimeşînin di vê pêvajoyê de têkoşîna çareseriyê meşandin. Grevên birçîbûnê yên li girtîgehan gihiştiye roja 100’emîn. Lingekî kampanya meclîsa jinan tecrî de. Ji ber cihê ku aştî lê tune be edelet jî tune ye.”
 
‘Em ê daxwaza edaletê biqîrin’
 
Ayşeyê destnîşan kir ku li bajarên herêmê bêdadî heye û dosya Îpek Er ya ji aliyê çawîşê Pispor Musa Orhan ve hat tecawizkirin û piştre întîxar kir jî mînaka bê edaletiyê ye. Ayşeyê got: “Dewlet yên xwedî kincên leşker danarizîne. Polîtîka dewletê kesên bi kincên leşerî teşwîq dike. me wek HDP’ê li dijî van polîtîkayên qirêj qîrina edeletê bilind kir. binpêkirinên mafan yên li girtîgehan,lêgerîna tazî, şîdet û grevên birçîbûnê parçeyek ji kampanya me ne. AKP di destpêka desthilatdariya xwe de dest ji edeletê berda.Tenê xwe pêş xist.”
 
‘Li dijî nasnama jinê êrîş heye’
 
Ayşeyê bi lêv kir ku jiyana jinan di bin tehdîdê de ye û wiha pê de çû: “Li dijî nasname û jiyana jinê êrîşek mijara gotinê ye. Li dijî mafê pêkanîna siyaseta jinê êrîş heye. Em di pêvajoyeke ku tenê li bajarekî 4 jin tên qetilkirin re derbas dibin. Li dijî hemû pirsgirêkan jin têdikoşin. Li dijî van polîtîkayan divê têkoşîna kolektîf bê mezinkirin. Desthilatdarî hedef dike ku me ji hev qût bike. Bi êrîşa li hember TJA’yê têkoşîna jinên Kurd hedef digire. Wezîrê Karên Hundir niha wezîrtiya ‘şer û mêrtiyê’ dike. Divê em her tim vê bînin ziman ji ber ku wezîrekî ku her tim jinan hedef digire, şer pîroz dike heye. Barîkata herî mezin a li dijî rejîma desthilatdariyê jinin. Jin wek astengî tên dîtin. Êrîşa li hember du hevalên me yên jin bêguman li hember me hemûyan e.”
 
‘Em têkoşîna jinan a enternasyonal mezin dikin’
 
Ayşeyê der berê xebatên 8’ê Adarê de jî agahî dan û bi lêv kir ku vê çarçoveyê de bi gelek saziyên jinan yên Tirkiye û herêmê re hatine gel hev û got: “Di meşandina kampanyayê de me got gelo em bi jinên din re dikarin çi bikin, em dikarin xeleka têkoşînê çawa mezin bikin. Em bi saziyên jinan yên Îzmîr, Enqere û gelek derên din re hatin gel hev. Ligel vê hewldana me ev e ku em têkoşîna jinan a enternasyonal jî mezin bikin.”
 
‘Em ê xizaniyê bigirin rojeva xwe’
 
Ayşeyê got wê xizaniya jinê jî bigirin rojeva xwe û wiha dawî lê anî: “Em ê heta 8’ê Adarê xebatan bidomînin. Em ê li gelek deverên Tirkiyeyê serdanan, daxuyaniya, panelan pêk bînin. Di 8’ê Adarê de em ê bi TJA’yê re meşê li dar bixin, mîtîng û daxuyaniyan bidin. Wê serhildana me li qadên 8’ê Adarê bilind bibe. Pandemî bi xetere lê serdestiya mêr hîn bêtir xeter e. Aşiya pandemiyê heye lê aşiya serdestiya mêr têkoşîna jinan e. Ji ber vê jî em çiqas têbikoşin em ê evqas mafên xwe biparêzin.”