ROJEVA 5'Ê ADARA 2021'Ê

  • 09:00 5 Adar 2021
  • Rojev
 
* Endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Havva Kiran a ku tevî zext û zordariyan têkoşîna xwe ya ji bo aştiyê didomîne, wiha dibêje: “Min tu carî zilma mêran qebûl nekir. Li ku dere xebat hebû min tê de cihê xwe digirt. Ji ber ku min di wê têkoşînê de azadiya xwe didît.” BI DÎMÊN 
 
*Jiyana Şukran Şen û Emîne Bozkurt çend ji hev cûdabin jî dema mijar dibe nasnameya jin serpêhatiyên wan dibin yek. Her du jin bi têkoşîna xwe rêyek din dan ber xwe û xwestin bibin dengê jinên din. BI DÎMEN
 
* Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku ew ê di 8’ê de serhildanê mezin bikin û got: “Pandemî bi xetere lê serdestiya mêr hîn bêtir xeter e. Aşiya pandemiyê heye lê aşiya serdestiya mêr têkoşîna jinan e. Ji ber vê jî em çiqas têbikoşin em ê evqas mafên xwe biparêzin.” DÎMEN HEYE
 
*Jinên ji aliyên cuda ku di bin dagirkirina mêr de, dikevin 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê peyama têkoşîn û piştevaniya yekbûyî dan.
Bi nêzîkbûna 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê re, jinan peyama piştevanî û yekitiyê dan û li dijî şîdeta dewlet, mêr û patronan banga têkoşînê kirin. DÎMEN HEYE
 
*"Tevlîbûna jinana  rêveberiya xweser (polîtîka) girêdayê daxwaza wê ya azadiyê ye. Jina civaka xwezayî polîtîk bû. Pêşengiya civakê dikir, bi aktîf tevlî rêveberiya xweser dibû. Hêza afrîner a civakê bû. Bi her qada jiyanê re eleqeder bûye, tevlîbûn nîşan daye, pêşengî kiriye. Tevî hemû zext û êrîşan  jin nasnameyek polîtîke." NIQAŞÊN JINEOLOJIYÊ 
 
*Endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ku bi armanca tecrîdê bikin rojevê û aliyê muxalîf bikin tevgerê, dest bi hevdîtinên dîplomasiyê kirin, ev bang li dayikan kirin: “ Em bang li dayikên Tirkiyeyê dikin bila destûrê nedin kuştinê û bên ku em li dijî şer bi hev re têkoşînê bidin.” DÎMEN HEYE
 
*Meclîsa Jinên Ciwan ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo fînala kampanyaya "Seferberiya Mor" wê li Mêrdînê, avahiya HDP'ê ya bajêr çalekiyê li dar bixin. (12.00)
 
*Tevgera Jinên Azad wê di çarçoveya xebatên 8'ê Adarê de name ji bo girtiyên siyasî yên jin bişînin. (10.00) Li Kerboranê jî wê serdana jinên esnaf were kirin (13.00)
 
* Dê TJA, bi minasebeta 8'ê Adarê li Silopiyê şahî û li Qilebanê jî serdanê bike. (16.00)