Li Çinarê jinan peyama mezinkirina têkoşînê dan

  • 16:41 4 Adar 2021
  • Rojane
 
AMED - Bi minasebeta 8'ê Adarê bi pêşengiya TJA'ê li Çinara Amedê şahiyek hat lidarxistin. Di şahiyê de jinan banga xwedîderketina li deskeftiyan kir. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de bi dirûşma "Em li dijî qirkirina jinan jiyanê, li dijî tecrîdê azadiyê diparêzin" li gundê Elwendiyê ya Çînara Amedê şahiyek li dar xist. Gelek jin tevlî şahiyê bûn. Her wiha wekîla hevseroka bajêr a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Gulşen Ozer, parlamenter Remziye Tosun, hevşaredara Çinarê Necla Tamriş, endamên meclîsa şaredariyê, hevseroka HDP'a Çinarê Emîne Acar jî tevlî şahiyê bûn. Jin bi cilên xwe yên kurdewarî tevlî şahiyê bûn. 
 
Di şahiyê de parlamenter Remziye axivî û bal kişand ser girîngiya 8'ê Adarê û got: "8'ê Adarê ji bo jinan roja berxwedanê ye. Ji ber vê jî em bang li jinan dikin ku roja 8'ê Adarê bên Qada Îstasyonê ya Amedê." Remziye di axaftina xwe de bal kişand ser grevên birçîbûnê û da zanîn ku tecrîd bêtir li ser jinan bi bandor e. Remziye wiha nêrînê xwe anî ziman: "Berxwedana herî mezin a li dijî tecrîdê dikeve ser milê jinan. Ji ber ku tecrîd bêtir li ser jinê bi bandor e. Ji ber vê jî divê em li dijî tecrîdê têkoşîna xwe mezin bikin."
 
Gulşen Ozer jî da zanîn ku têkoşîna jinan her roja ku derbas dibe mezin dibe û wiha axivî: "Jin îro xwedî li destkeftiyên xwe derdikevin. Tu hêz nikare têkoşîna jinê rawestîne."
 
Emîne Acar jî, banga mezinkirina têkoşîna jinan kir. Necla Tamrîş jî da zanîn ku divê jin xwedî li destkeftiyên xwe derkevin. 
 
Şahiya jinan bi gerandina govendê bi dawî bû.