TJA li 4 navçeyên Mêrdînê çalekiyên cuda li dar xistin

  • 15:56 4 Adar 2021
  • Rojane
MÊRDÎN - TJA, bi dirûşma "Em li dijî qirkirina jinan, jiyanê li dijî tecrîdê azadiyê diparêzin" li Qoser, Şemrex, Mîdyat û Stewrê bi çalakiyên cuda 8'ê Adarê pêşwazî dikin. Çalakiya zincîra xemrî ya li Qoserê ji hêla polîsan ve hat astengkirin. Li dijî astengiye Aktîvîsta TJA'yê Gulîzar Îpêk axivî û bertek nîşanî astengiyê da. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma "Em li dijî qirkirina jinan jiyanê, li dijî tecrîdê azadiyê diparêzin" li Mêrdînê bi çalakiyên cuda xebatên 8’ê Adarê didomînin. Îro li Qoser, Şemrex, Mîdyad û Stewrê çalakiyên cuda hatin lidarxistin. 
 
Li Qoserê çalakiya zincîra xemrî hat astengkirin 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya xebatên 8’ê Adarê de xwestin bi jinan re li Parka Sakîne Cansiz ya li Navçeya Qoserê çalakiya zincîra xemrî li dar bixe û wêneyên jinên hatine kuştin bi darên parkê ve dalîqînin. Lê polîsên ku hatin parkê çalekiya jinan asteng kirin. Girse ji hêla polîsan ve ji parkê hatin dûrxistin. Her wiha polîsên ku çalekî asteng kirin dest danîn ser wêneyên jinên hatine kuştin. 
 
Çalekvana (TJA) Gulîzar Îpek, ji polîsan re got: “8’ê Adarê li hemû cîhanê tê pîrozkirin. Em jî îro ji bi minasebeta 8'ê Adarê ji bo jinên hatine qetilkirin kombûne. Lê hûn xebatên me asteng dikin. Hûn êrîşî çalakiyên me dikin. Mafê me heye ku em çalakiyên xwe pêk bînin. Lê niha hûn qala qedexeyan dikin. Em vê rewşê şermezar dikin.”
 
Li Şemrex Midyad û Stewrê çalakiyên cuda  
 
Li Şemrexê parlamentera Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) Ebrû Gunay û jinên TJA’yî çûn serdana jinên ku li gundê Barman a girêdayî navçeya Stewrê ye û qurnefîl belav kirin. Li Barmanê jinan Ebrû Gunay bi coş pêşwazî kirin. Jinan bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” govend gerandin.
 
Li navçeya Mîdyadê berdevka TJA’yê Eylem Amak, hevseroka navçeyê û çalekvanên TJA’yê çûn serdana jinên ku di qada tekstîlê de dixebitin. Qurnefîlan diyarî jinan kirin. 
 
Li Stewrê jî bi tevlîbûn çalekvanên TJA’yê, hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Şukran Erol v hevdîtina jinan pêk hat.