Şîlan Delîpata 27 roje hatiye tecrîdkirin

  • 14:52 4 Adar 2021
  • Rojane
STENBOL - Hat diyarkirin ku Şîlan Delîpalta ya ji ber beşdarî şermezarkirinên çalakiya rektorê qeyûm bû, hatibû girtin 27 roj in di tecrîdê de ye.
 
Hat destnîşan kirin ku xwendekara Zanîngeha Stenbolê Şîlan Delîpalta ya ji ber beşdarî şermezarkirinên çalakiya rektorê qeyûm Melîh Bûlûyê tayînî Zanîngeha Bogazîçiyê hat kirin bû hatibû girtin, 27 roj in di tecrîdê de ye. Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn bi Şîlan ya li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê dimîne re hevdîtin kir. Erenê derbarê hevdîtinê de ev agahî parvekirin: “Min bi Şîlan Delîpalta ya ji Bogazîçiyê hatibû girtin re hevdîtin kir. Got ku 27 rojin wê dernexistin bexçeyê qawişê, di tecrîdê de tê girtin û dixwaze derbasî qawişeke din bibe. Şîlanê rûken, bi hêvî û bi hêz bû. Ji herkesê re silavên wê hebûn."
 
Komîsyona Xwendekar û Stajyeran a Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) derbarê mijarê de li ser hesaba xwe yê Twîtterê ev parvekirin kir: “Şîlan Delîpalta ya ji ber beşdarî çalakiyên şermezarkirina rektore qeyûm ê tayînî Zanîngeha Bogazîçiyê bibû hat girtin,  27 roj in di tecrîdê de ye  û dernaxin bexçeyê qawişê. Em soz didin kesên plana çalakiyê ya mafê Miran aşkere kirin; Tecrîd sûcê mirovahiyê ye! Divê Şîlan Delîpalta bê berdan."