Jinan qeza kir: 4 kes birîndar bûn
- 14:24 4 Adar 2021
- Rojane
RIHA - Jinên TJA'yî û HDP'yî ku di çarçoveya xebatên 8'ê Adarê de çûn navçeya Serêkaniyê qeza kirin. Di qezayê de 4 jin birîndar bûn.
Jinên Siyasetmedar ku di çarçoveya çalakyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de ji Rihayê çûn navçeya Serêkaniyê ya Rihayê berî bigihêjin navçeyê bi 20 kîlometreyî qezaya trafîkê derbas kirin.
Siyasetmedarên qeza kirin û birîndar bûn rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniyê.