Emîne Aksu ya duh hat binçavkirin hat berdan

  • 13:28 4 Adar 2021
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Endama Komeleya Çandê ya Mezopotamyayê Emîne Aksu ku duh di encama serdegirtina mala xwe de hatibû binçavkirin,  hate berdan.
 
Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komerê ya Mêrdînê da destpêkirin de endama Komeleya Çandê ya Mezopotamyayê Emîne Aksu ku li Amedê dima di encama serdegirtina mala xwe de hatibû binçavkirin. Emîne ya li Amedê binçav kirin ji bo îfadeya wê were girtin anîn Mêrdînê. Emîne îro îfadeya wê hat girtin û di heman rojê de derxistin dadgehê.
 
Emîne  ya ji ber tevli meşa ku komeke ciwan di 25’ê Sibatê de ji bo Yekitiya Netewî li darxistibûn hatibû binçav kirin îro hate berdan.