Serlêdana parêzerên Abdullah Ocalan hat redkirin

  • 12:53 4 Adar 2021
  • Rojane
AMED - Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serlêdana parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji bo biçin Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin, careke din red kir.
 
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê girtî ye, Newroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç bi armanca bi muvekkilên xwe re hevdîtin bikin di saetên serê sibê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Dozgeriyê bi hinceta qedexeya hevdîtinê ya 6 mehan serlêdana parêzeran careke din red kir.
 
Parêzerên Abdullah Ocalan Rêzan Sarica û Newroz Ûysal, piştî 8 salan di 2-22'yê gulanê, 12-18'ê hezîranê û 7'ê tebaxa 2019'an de çûbûn Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribûn. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê derbarê Abdullah Ocalan de bi hinceta di sala 2009'an de parastin û Nexşerê ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) re şandibû, di 23'yê îlona 2020'an de 6 meh cezayê seredana parêzeran li Ocalan birîbû.