Jinan bertek nîşanî serbesthiştina Musa Orhan ê tecawizkar da

  • 12:32 4 Adar 2021
  • Rojane
Gulîstan Azak - Rojda Aydin
 
AMED / ŞIRNEX - Jinan bertek nîşanî serbesthiştina çawîşê pispor Musa Orhan ê ku tecawizî Îpek Er kir û bû sedema mirina wê da û gotin, "Navên jinan cuda ne, lê tundiya ku mêr li wan dike û nêzîkatiya edaletê ya li hemberî wan heman e. Ji ber ku edalet ji bo jinan pêk nayê û parastina wan nayê kirin divê jin xwe biparêzin."
 
Daneşîna duemîn a doza ku çawîşê pispor Musa Orhan ê ku tecawizî Îpek Er kir û bû sedema mirina wê bi sûcdariya "êrîşa zayendî ya bi zanebûn" jê tê darizandin di 25'ê  Sibatê de li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê hatibû dîtin. Musa Orhan û parêzerên xwe ji Enqerê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevli daneşînê bûn û rojnameger ne girtin daneşînê. Di daneşînê de heyeta dadgehê careke din biryar ku Musa Orhan ne girtî bê darizndin da û ev biryar bû sedema bertekên jinan. 
 
Jinên ku me mîkrofon dirêjî wan kir, diyar kirin ku baweriya wan bi edaletê nemaye û hêrsa wan zêde bûye. 
 
'Tundiya mêr û nêzîkatiya edaletê heman e'
 
Ji jinan Jale Orhan, bertek nîşanî negirtina Musa Orhan da û got, "Her rojê jinek ji nav me kêm dibe û êdî ji vê re tehamûla me nemaye.  Bi taybetî tundiya ku li bajarê kurdan li jinan tê kirin zêde ye.  Kesên vê tundiyê pêk tînin jî leşker û polîs in. Li bajarekî biçûk ji salekê zêdetir e ku agahî ji Gulîstan Doku nayê girtin. Li gel vê jî gûmanbarê serke zirlawê polîs Zaînal Abarakov nayê darizandin. Dîsa li Êlihê Îpek Er ji ber çawîşê pispor Musa Orhan întîhar kir. Di vê bûyerê de jî kiryar nayê cezakirin. Di rojên borî de li Çewlkikê jî bûyereke bi vî rengî rûda lê kiryar dîsa nehat cezakirin.  Navên jinan cuda ne lê tundiya ku dibînin û nêzîkatiya edaletê li hember wan heman e. Ji ber ku edalet pêk nayê, tenê rêyek li ber jinan dimîne û ew ljî xweparastin e."
 
'Divê jin bi yek bin'
 
Xwendekar Kader Kaplan jî got ku divê jin bi yek bin, xwe rêxistin bikin û wiha berdewam kir,"Ez wekî jinekê ji ber li vî welatî me ditirsim. Her roj jin tên qetilkirin lê di Tv de tenê bernayên şahiyê hene. Li dijî tundiyê jin nayên parastin. Ji ber vê ez serbest hiştina Musa Orhan li welatekî wiha normal dibînim. Ji ber ku êdî ev bûye rêbazeke edaletê. Mêr bi hinceta delîlên kêm tên berdan. Li dijî vê divê jin yekitiya xwe xurt bikin."
 
'Îro tu sibe ez im û yeke din e'
 
Aynur Ateş ya kedkara malê jî diyar kir ku ew nûçeyên mêran bi xemgînî dişopîne û wiha got,"Jin ji ber hincetên vala tên qetilkirin. Ked û bedena wan tê çewisandin. Kesên ku zext û tundî li wna tên kirin, bi birçîbûnê û xizaniyê tên terbiyekirin û tên qetilkirin jî jin in. Ez dixwazim tundiya li jinan tê kirin bi dawî bibe. Dozger û dadger çawa biryarên bi vî rengî didin ez fam nakim.  Mêrên ku pereyên wan hene û palpiştî ji wan re tê kirin sucdar nayên dîtin û jin tên cezakirin .Ez bang li jinan dikim. Ji bilî yekitiyê tu rêyeke me ya din tune ye. Îro ez sibe tu û yeke din. Divê em yekitiya xwe pêk bînin." 
 
'Titşa li herêm encama polîtîkayên taybet e'
 
Xwendekar Kader Demîr jî diyar kir ku tişta li herêm tê kirin encamên polîtîkaya tayebt e û ev tişt got," Çareseriya vê têkoşîna jinê ye .Pergala dewletê diyar e. Ji ber vê hewcehî bi gotina dirêj tune ye û her tişt li ber çava ye. Li gel vê jî dixwazim ji jinan re bibêjim bêdeng neînin. Ji ber ku bi axaftin û bi xwestina mafên xwe em dikarin jiyana xwe biparêzin."
 
'Ger ku kiryar bihata cezakirin wê bûyer zêde nebûna'
 
Bîrgul Îslamoglu ya ku li Şirnexê dirûnkariyê dike jî bal kişand ser destdirêjiya li heber zarokan a li herêmê û wiha dirêjî da axaftina xwe, "Divê kesên ku destdirêjîyê li zarokan dikin bi cezayê herî giran bên cezakirin.  Dayikeke zaroka xwe bi mehan di nava xwe de xwedî dike lê piştî tê dinê ji aliyê hin kesan ve destdirjî lê tê kirin.  Em vê qebûl nakin. Divê jin li hember vê bêdeng nemînin. Bila kiryar bi cezayê herî giran bên cezakirin.  Musa Orhan ê ku li Êlihê tecawizî Îpek Er kir û bû sedema mirina wê hîna li derve ye.  Ez dixwazim ku Musa Orhan bê girtin û bi cezayê herî giran bê cezakirin.  Ger ku Musa Orhan û kesên mîna wî neyên cezakirin wê bûyerên bi vî rengî zêdetir bibin.  Ez dixwazim ku hikûmet û dewlet cezayê herî giran bidin van kiryaran. Zarokên me ji ber van kesan nikarin derkevin derve. Divê her kes li dijî destdirêjîyê dakeve qadan û dengê xwe bilind bike."