Li Mêrdînê jinek bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da

  • 11:14 4 Adar 2021
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Li navçeya Mîdyadê ya Mêrdînê ye jinekî ciwan bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest da.
 
Jina ciwan a bi navê S. (27) a ku di dibistana Amedeyî ya Loqman,  Hekîm a Tendirustiyê ya Mîdyadê de dixebitî bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest da. Piştî demek dirêj xeber ji S. nehat girtin, li ser giliya hevalên wê yên kar polîsan lêpirsîn da destpêkirin. Ji aliyê polîsan ve S. di avahiya ku têde dimîne de bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji destdayî hat dîtin.
 
Li gorî tê gotin S. bi xwe dawî li jiyana xwe anî ye. Polîsan derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin. Cenazeyê wê jî ji bo encamên otopsiyê rakirin nexweşxanyea Dewletê ya Mîdayadê.