Li Mexmûrê koma 39'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt

  • 10:40 4 Adar 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê hatiye destpêkirin, îro bi merasîmekê koma 39'an dewir girt. Greva birçîbûnê 78 roj in didome.  
 
Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê û herêmê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê hat kirin. Çalakiya greva birçîbûnê  îro bi merasîmekê ji aliyê koma 39’emîn ve hat dewirgirtin. Çalakiya li Mexmûrê di roja xwe ya 78’an de berdewam dike.
 
Merasîma çalakiya dewirgirtinê bi deqeyek rêzgirtin a ji bo giyanê pakrewanan hat destpêkirin. Li ser navê koma 38’emîn çalakvan Gulçîn Tomak xêrhatina gel kir û wiha axivî: "Ji berê heta îro dewleta tirk li ser Gelê Kurd çi di aliyê fizîkê çi jî di aliyê çandî û fikrî de be qirkirinek daye meşandin û hemû nirxên mirovan bin pê dike. Em jî weke Mexmûrî gireva birçîbunê ku ji aliyê hevalên me yên zîndanan de hatiye destpêkirin silav dikin. Heya ku em ne gihijîn armanca xwe berdêla wê çi dibe bila bibe em dev jî çalakiyên xwe bernadin." Gulçîn di dawiya axaftina xwe de 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir. 
 
Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmeyên "Bijî Serok APO" û "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.