93 roj in çalakiya xelkê Şengalê didome

  • 10:36 4 Adar 2021
  • Rojane
 
ŞENGAL - Çalakiya xelkê Şengalê ya li dijî peyaman di navbera Hewlêr û Bexdayê de û ji bo xwedîderketina Asayîşa Êzidxanê hatî destpêkirin 93 roj in didome. 
 
Xelkê Şengalê, li dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê û ji bo xwedîderketina li Asayişa Êzidxanê, li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê bi dirûşma “Em hemû asayiş in” kon vedan. Çalakî 93 roj in berdewam dike 
 
Xelkê Şengalê heya niha gelek caran daxwazên xwe pêşkêşî hikûmeta Iraqê kirine, lê heya niha rayederên Iraqê bersivek erênî raber nekirine. Ji bo vê jî xelkê Şengalê diyar dikin heya daxwazên wan pêkneyên dê çalakiyên xwe berdewam bikin.