Kampanyaya 'Seferberiyê xemrî gihaşt armanca xwe'

  • 09:25 4 Adar 2021
  • Rojane
 
Sema Çaglak - Gulîstan Azak
 
AMED - Endama Koordînasyona Jinên Ciwan Kezban Kuday diyar kir ku kampanyaya wan a "Niha seferberiyê xemrî" gihaştiye armanca xwe û got: "Bi rihê jinên têkoşer em ê xebatên xwe bimeşînin."
 
Koordînasyona Meclîsa Jinên Ciwan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li dijî tundiya mêr û dewletê di 8’ê kanûnê de kampanyaya bi navê “Niha seferberiya xemrî” dabû destpêkirin. Di çarçoveya kampanyaya xwe de li gelek bajar û gundan de cûrbicûr çalakî û atolyeyan li dar xistin. Di heman demê de girtin, binçavkirin, revandin, ferzkirina sîxurtiyê, êrîş û zextên li dijî endamên Meclîsa Ciwanan zêdetir bûn. Têkîldarî mijarê endama Koordînasyona Meclîsa Ciwanan Kezban Kuday axivî.
 
‘Seferberiya Xemirî ji aliyê civakê hate parastin’
 
Kezban di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser kampanyaya wan a “Seferberiya xemirî” û wiha axivî: “Me di çarçoveya kampanyaya xwe de îstîsmara zarokan, destdirêjiya jinan, qetîlkirina jinan û tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan e û tecrîda li ser civakê armanc kir. Ango naveroka kampyanaya me tijî ye. Em ewilî di aliyê hişmenbûyîna jinan û bi rêxistinkirinê de sekinin. Ango şerê taybet çi ye, çima bi taybet li ser jinên ciwan tê pêkanîn em li ser wan sekinin. Piştre me gund bi gund, bajêr bi bajêr bi jinan re hatin ligel hev. Kampanyaya me ya 'Seferberiya xemirî' ji aliyê civakê û ciwanan gelek baş hat pêşwazîkirin. Me moral û coşek pir baş dît û ew jî hêz da me.”
 
‘Kampanyaya me gihaşt armanca xwe’
 
Kezban destnîşan kir ku kampanyaya wan gihaştiye armanca xwe û wiha berdewam kir: "Her wiha em bi atolyeyan jî tên ligel hev. Di atolyeyên xwe de nîqaşên wekî mijarên newekhêviya zayendî ya cîhanê, şer ê taybet çi ye, xwepararastin ji bo çi hewce dikin. Beşdarbûnên atolyeyên me pir baş berdewam dike. Heta 5’ê Adarê dê şahî, çalakî û bernameyên me dê bidome. 5’ê Adarê jî şahiyek me yê girseyî û gelemperî heye. Em ê beriya 8’ê Adarê de cûrbicûr bernameyên xwe re berdewam bikin. Fînala kampanyaya xwe jî dê 8’ê Adarê de bikin. Helbet gava ku ew kampanya qediyan em ê dest bi kampanyayên nû bikin.”
 
'Polîtîkayên salên 90'î jinûve zindî dikin'
 
Kezban, bal kişand li ser revandina ciwanan û destnîşan kir ku ev ne polîtîkayek nû ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di salên 90’î de jî ev polîtîka dihatin meşandin. Ew çaxê dîsa jî ciwanên kurd dihatin revandin, dihatin kuştin û îro dîsa ew polîtîka ji nûve li ser ciwanên kurd tê meşandin. Îro li paytexta Tirkiyeyê hevalên me yên jin hatin revandin. Dîsa li Amedê hevalên me gef li wan tê kirin û sixurtiyê dispêrînin wan. Bi vî awayî bi rêxistinbûna ciwanan a li dijî polîtîkayên şer ên taybet dixwazin qut bikin. Em ê bi hilwêşandina faşîzmê re azadiyê bigihînin her derê.”
 
'Em ê wan polîtîkayan vala derxin'
 
Kezban diyar kir ku bendewariya civakê herî zêde bi ciwanan heye û lewra ciwan hertim di hedefê de ne û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ciwan dînamîta civakê ye. Ew çiqas li ser ciwanan bên jî ew ji bo me tişekî vala ye. Em ê her tim li qadan bin di nav xebatan de bin. Hêza me ji xwe re wek gefek e. Herî zêde jinên ciwan hedef tên girtin,  ji ber ku herî zêde jinên ciwan li dijî polîtîkayên desthilatdariyê têdikoşin. Gava ku jin xwe nas kir, bi hişmend bû û rabû ser piyan ew çaxê dijmin sê qat zêdetir li ser ve tê. Em vê tiştê di nêzîkatiya polîsan a li hemberê daxuyanî û çalakiyên ku jin li dar dixin de jî dikarin bibînin. Gava daxuyaniyek ji aliyê jinan ve tê dayîn ji hêjmara jinan sê-çar qat polîs kom dibin.  Bi vî awayî dixwazin li ser jinan çavtirsandinekê jî pêk bînin."
 
'Bi rihê jinên têkoşer em ê xebatên xwe bimeşînin'
 
Kezban, bang li jinên ciwan kir ku tevî şahiyên 5'ê û 8'ê Adarê bibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em mîrateya têkoşîna jinan a bi hezar salane hildigirin. Em ê bi rihê Sêve, Pakîze, Leyla yan mîrateya jinên têkoşer bi kar û xebatên xwe bimeşînin. Bi vî awayî dê em ji rejîma AKP-MHP’ê re bi têkoşîna xwe bibin bersîv. Em ê 5’ê û 8’ê Adarê bi coşekê mezin pîroz bikin."