‘Ji bo jiyanê ber bi Meşa Femînîst!’

  • 09:06 4 Adar 2021
  • Rojane
 
STENBOL - Jinên ji bo 19’emîn Meşa Şevê ya Femînîst xwe amade dikin banga ‘Berxwedan li kolanê dibe. Ji bo jiyanê divê her kes tevlî Meşa Şevê ya Femînîst a 8’ê Adarê bibe.’ kirin.
 
Wek her sedsalê di vê sedsalê de jî jinan li dijî şer gotin aştî û kolan tije kirin. Jinan cara yekem di 2003’an de li dijî berpirsên şer û komkujyan gotin ‘Hemû mêr in ev ne tesaduf e’ kolanên Taksîmê tije kirin û îsal jî ji bo gumanbar bên teşhîrkirin, ji bo jina azad bê heyîkirin û qîrkirin wê li Taksîmê bin. Jinên ku 18 sale berxwedana xwe, femînîstbûna xwe li kolanan û li her qadê jiyanê dan xuyakirin, îsal jî bi dirûşma ‘serhildana femînîst li her derê ye’ wê Meşa Şevê ya Femînîst li Taksîmê pêk bînin.
 
Endama Komîteya Meşa Şevê ya Femînîst Îrem Gerkuş û femînîst Eda Yilmaz bang kir ku divê hemû jin bên gel hev û banga mezinkirina hêviyê kir.
 
‘Ji bo em xwedî li jiyana xwe derkevin em li kolanan e’
 
Îremê bal kişand ser pandemiyê û newekheviya ku bi pandemiyê re girantir bûye û got: “Em wek jin û LGBTÎ rastî gelek zehmetiyan hatin. Lê sala borî beriya pandemiyê em bi coşek mezin li qadên 8’ê Adarê bûn. Îsal jî tevî her tiştî em li kolanê bûn. Em ji bo gelek tiştî li kolanê bûn. Ji bo em xwedî li jiyan û daxwazên xwe derkevin em li kolanan bûn. Em ê di vê 8’ê Adarê de jî wisa bin.”
 
‘Em di serhildana femînîst de ne’
 
Îremê bi lêv kir ku wê di 8’ê Adarê de li Taksîmê bên gel hev û dirûşmeya ‘serhildana femînîst li her derê ye’ berz bikin û got: “Em ê ligel hev bin. 8’ê Adarê ji bo min hêvî û coş e. Ji qerebalixê hêvî pêk tê. Divê em têkoşîna xwe bilind bikin. Ji bo vê em bang li hemû jinan dikin ku dakevin qadên 8’ê Adarê.”
 
8’ê Adarê coş û hêvî ye….
 
Femînîst Eda Yilmaz jî daxuyakirin ku qada jiyana jinan tune ye û wiha pê de çû: “Di 8’ê Adarê de hawireke ku ez jiyana xwe biparêzim ava dibe. Em jin dadikevin qadan û hawirek bi coş û kelecan pêk tê. 8’ê Adarê ji bo min tê wteya parastina mafên min. Jin li malê tên hepskirin. Jin di 8’ê Adarê de jî nikarin derkevin derve. Patrîarka jinan şûnde digire. Mafê wan ji dest digire. Ji ber vê jî berxwedan li kolanê pêkane. Ji bo jiyanê divê her kes tevlî Meşa Şevê ya Femînîst a 8’ê Adarê bibe.”