KESK dê li qadan bêjin ‘Gotina me jî heye, hêza me ya guherînê jî heye’

  • 09:05 4 Adar 2021
  • Rojane
 
Oznur Deger
 
ENQERE - Sendîkayên girêdayê KESK’ê ku dest bi amadekariyên 8’ê Adarê kirin wê bi dirûşmeya "Gotina me ya em bêjin heye, hêza me ya diguherîne heye" li qadan bin. Jin di hefteya 8’ê Adarê de wê li ser daxwaz û bendewariyên xwe çalakiyan pêk bînin.
 
Ji 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê re demek kurt ma û li her derê xebat bê navber dimeşin. Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemawerî (KESK) û sendîkayên girêdaye wê Egîtîm Sen, SES jî wê bi dirûşemeya "Gotina me ya em bêjin heye, hêza me ya diguherîne heye" 8’ê Adarê pîroz bikin. Di vê çarçoveyê de sekreterên jinan yên KESK, Egîtîm Sen û SES’ê derbarê amadekariyên xwe de axivîn.
 
‘Em xeta xwe ya têkoşînê ava dikin’
 
Sekreta Jinan a Giştî ya Egîtîm Senê Sîmge Yardim Dag got 8’ê Adarê ji bo jinan gelek girîng e û got jin 164 sal in ji bo têkoşîna ked, wekhevî û azadiyê li qadên 8’ê Adarê li berxwe didin û got: “Platformên jinan û rêxistinên jinan bi xebatek mezin xwe ji bo 8’ê Adarê amade kirine. Em jinên Egîtîm Senê jî plansaziya xwe dikin. Bi pandemiyê re li hember keda mamosteyan êrîşek cidî çêbû. Qada jiyana kedkarên perwerdê hat tengkirin. Em li dijî kuştinên jinan, mafê jiyanê, nîqaşkirina Peymana Stenbolê û ji bo wekhevî û azadiya jinê xeta têkoşîna xwe ava dikin.”
 
‘Em bi têkoşînek xurt 8’ê Adarê pêşwaz dikin’
 
Sîmgeyê daxuyakirin ku ew wek Egîtîm Sen û KESK’ê bi dirûşmeya "Gotina me ya em bêjin heye, hêza me ya diguherîne heye’ diçin 8’ê Adarê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em bi dirûşmeyek xurt û rêxistinbûnek xurt 8’ê Adarê pêşwazî dikin. Pêvajoyeke nû ya ku wê berxwedan li her derê bê dîtin dest pê dike. Ji ber vê 8’ê Adara îsal ji bo me girîng e. Em ê bi hemû coşa xwe 8’ê Adarê pêşwazî bikin.”
 
Çalakî û bername
 
Sîmgeyê derbarê bername û çalakiyên ku çarçoveya 8’ê Adarê pêk bên de wiha got: “Em ê vê hefteyê li ber kargeriyên xwe daxuyaniyan bibin. Em ê li kargeriyan bigerin. Şaxên me panel û komxebatan plan dikin. Em ê bernameyên çapemeniya civakî pêk bînin. Heta ji destê me bê em ê xwe bigihînin jinan.”
 
‘Em ê keda jinê di 8’ê Adarê de bînin ziman’
 
Sekretera Jinan a Giştî ya SES’ê Gonul Adibellî jî destnîşan kir ku 8’ê Adarê ji bo jinan rojek girîng û watedare û got di 8’ê Adarê de wek sendîka têkoşîna ked û demokrasiyê didin û li aliyê din jî bi xebatên jinan re têkoşînek mezin didin. Gonulê her wiha ev tişt anî ziman: “Em xebatên meclîsên jinan, hevserokatiyê û xebatên jinan esas digirin. SES wê broşuran derbixe. Em ê li dijî keda jinê ya nayê dîtin, şîdet, barê kar a di pêvajoya pandemiyê de û nîqaşên derbarê Peymana Stenbolê de, li qadên 8’ê Adarê dengê xwe bilind bikin. Em difikirin ku bi rêxistinên pîşeyî yên tenduristiyê re panelê pêk bînin û afîşê derbixin. Ger em nebin ye jî wê SES van xebatan bike. Ev saleke ji ber pandemiyê gelek pirsgirêk tên jiyîn. Ked nayê dîtin. Divê em li her qada jiyanê bînin ziman ku hêviya me heye û em mafdarin. Divê hemû platformên jinan tevlî xebatan û bernameyan bibin.”
 
‘Em di bin serdestiya mêr de diçin 8’ê Adarê’
 
Sekretera Giştî a Jinan ya KESK’ê Gulîstan Atasoy jî bi lêv kir ku pandemiyê texrîbatên mezin kirine û wiha pê de çû: “Pirsgirêkên jinan yên jiyanê di vê pêvajoyê de hîn bêtir zêde bûne. Barê jinan giran bûye û şîdeta sîstamatîk ya dewlet-mêr mezin bûye. Bi vê re jî kuştinên jinan zêde bûye. Em di bin serdestiya mêr de diçin 8’ê Adarê. Pirsgirêk û daxwazên jinan di 8’ê Adarê de bûne hevpar. Hewl tê dayÎn ku jinên KESK’ê bên bêdengkirin. Lê em jinên kedkar bi şîara ‘Gotina me ya em bêjin heye, hêza me ya diguherîn heye’ wê dakevin qadan. Em ê hewl bidin ku 8’ê Adarê bi awayekî herî girseyî pêşwazî bikin. Em ê bibin dengê jinên ku xwedî li bedena xwe derdikevin.”