'Hemû çand û bîranînên me li Sûrê man'

  • 09:03 4 Adar 2021
  • Rojane
 
Sema Caglak
 
AMED - Şêniyên ku bi salane li taxa Ben û Senê bi cîh bûne niha jiyanek din ji wan tê ferz kirin. Jinên ku ji vê rewşê bi fikar in destnîşan kirin ku bi salane li vir dijîn dibêjin dê hemû çand û bîranînên wan tune bibe.
 
Dîroka bircên Amedê ku li gorî dîroknasan di sala 346’an de hatine avakirin piştî bircên Çînê, bircên herî dirêj ên cîhanê ne. Her wiha Sûrên Amedê ku di sala 2015'an ji aliyê UNESCO'yê ve weke mîrata çandî ya cîhanê hatibû pesendkirin, ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku bi qeyûmê ve tê birêve birin, xebatên xwe yên restorekirinê didomîne. Di çarçoveya xebata restorekirina Sûrên Amedê ku 10’ê tebaxê de hatibû destpêkirin li semta Ben û Senê ya Taxa Şehîtlîkê biryara hilweşandina hatibû dayîn. Taxa Ben û Sen ku yek ji navçeyên dîrokî yên Amedê ye jî dê ji bo peyzaj û restrosasyona dîwaran bê hilweşandin.
 
Taxa Ben û Sen ku ligel bircên Amedê dîmenek rengîn derdixe holê, taxekî hejar e ku şêniyên taxê zêdetirî ji koçberên gund û bajarên derdora Amedê ne. Her wiha gelek ji wan xaniyan bê tapû ne. Heta niha gelek xanî di çarçoveya xebatên restorasyonê de hatine rûxandin û hilweşandin.  Şêniyên ku bi salane li wê taxe bi cîh bûne niha jiyanek din ji wan tê ferz kirin. Her wiha pereyên ku wê bigirin nikarin pê xaniyekî din jî bikirin.
 
'Parçeyek ji projeyê veguherandina bajarvaniyê ya Sûrê ye'
 
Hevseroka Odeya Avahîsazan Selma Aslan têkîldarî mijarê axivî û diyar kir ku hilweşandina taxa Ben û Sen parçeyek ji projeyê veguherandina bajarvaniyê ya Sûrê ye. Selma axaftina xwe re wiha berdewam kir: "Taxa Ben û Sen, piştî salên 80’î de pêşve diçe û bi taybetî di salên 90’î de bi koçberiya bi darê zorê bû cih û warê kesên ku gundên wan hatine valakirin, li kêleka bircan hat avakirin. Bi vî awayî qad berfirehtir dibe û vediguhere bi piranî jî warê gelên xîzan e. Her wiha xebatên restorekirina Sûran jixwe divê bihata kirin. Xebatên restorasyonê ewilî di salên 2002’yan de dest pê kiribû lê ji ber cûrbicûr sedeman ev xebat hertim hat taloqkirin. Ligel pevçûnên ku di sala 2015’an de li Sûrê pêk hatibû xebata restorasyonê dîsa ketibû rojevê û bi vî awayî hin cihên Sûrê hatibû restorekirin."
 
'Guhdarê niştecihên taxa Ben û Senê nakin' 
 
Selma anî ziman ku restorekirina Sûran ji bo ku mîrateya dîrok û çandî xwe bigihêne nifşên nû, divê ev xebat bê kirin. Selma bal kişand li ser hilweşandina xaniyên Ben û Senê û destnîşan kir ku niştecihên taxa Ben û Senê paş guh de hat hiştin û wiha got: "Sûr demek dirêj gelek bê xwedî maye û pê re eleqedarbûn çênebibû.  Avahiyên ku pê ve girêdayî ne jî zirar dida Sûrê. Lewra ew xanî hatin xirab kirin. Lê dema ku ev xanî hatin xirab kirin jî ji ber makîneyên ku bikaranîn zirarê da Sûran. Tevî van yekan mijara ku paş guh hat hiştin, niştecihên taxa Ben û Senê bû. Ji ber ku piştî van xebatan rewşa şêniyên wê dere nehat fikirandin. Divê bersiva pirsên wekî; Şêwaza jiyana xelkê wê derê dê çawa be? Xelkên wê derê piştî çand û biranînên xwe li cihên nû dê çawa jiyana xwe berdewam bike, bê dayîn. Projeyên visa di jiyana mirovan re jî guhertinan pêk tîne. Ji şêniyê wê derê re herî zêde 60 hezar didin û dibêjin herin ji xwe re jiyanek nû ava bikin. Bi vê yekê afirandina jiyanek nû pir bi zehmet e. Dê jiyana wan dîsa di şert û mercên nebaş de bidome. Dê dîsa ji xanîyek xirab derbasê heman xaniyek din dibin. Lazime ku li gorî têgehên 'dewleta ciwakî' helwesteke bê nîşandin û pêşiya mexdûrbûna şêniyên wê taxê bê girtin."
 
'Armanc ne tenê valakirina derdorê Sûr û bircên Amedê ye'
 
Selma got mimkûn e ku ligel van yekan zêdetir pirsgirêkên civakî derkeve û ev tişt anî ziman: "Li gorî agahiyên keyayê taxê, ji bo qada peyzajê ku bê çêkirin wê 5 hezar xanî bê hilweşandin. Ango armanc ne tenê valakirina derdorê Sûr û bircên Amedê ye, an jî çêkirina qadekî şînahî ye. Di heman demê de veguherandina qadekê nû ye. Divê mirov bipirse armanc tenê çêkirina qadekê şînahî ye gelo? an jî nûjen kirina Sûran e?  Heke wekî ku gotina keyayê be û di wê çarçoveyê de 5 hezar xanî bê hilweşandin, wê demê ev dibe yek ji projeyek veguherandina bajarvaniyê. Ango koçberkirina gelê wê derê ye. Divê pirsgirêkên weke civakî, psikolojîk were fikirandin û li gorî vê xebat bê çêkirin. Pêwîst e ku mexdûriyeta wan şêniyan bê fikirandin û li gorî vê tevbigerin." 
 
'Ji bo xaniyek nû derfeta me tune'
 
Jina bi navê Hayat Çalişir,  25 sal in li taxa Ben û Senê dijî û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Gava ku rêza niha tê hilweşandin piştre tê dora xaniya min. Em bi fikar in ku pereyê bidin têra me neke. Ji ber ku em gelek malekî de dijîn. Ji bo xaniyek nû derfeta me tune. Zarokên min xwendevan in, em bikevin kirê jî têra me nake." 
 
'Hemû çand û bîranînên me li vir in'
 
Aysel Buca jî ku bi salane li Ben û Senê dijî destnîşan kir ku ji ber hilweşandina xaniyan şêniyên taxê pir bê moral in û got: "Jixwe rewşa xelkê li holê ye. Tu kes hê nikare nanek ji mala xwe re bikire. Li gorî metreya xaniyan pere didin lê jixwe pereye ku bidin jî têra me nake. Hemû hizûra me xirab kirin. Hertim li ser van meseleyan gengeşî û nîqaş kirin çêdibe. Jixwe em nikarin heqê ceyran û avê bidin, îja em ê di xaniyên nû de çawa bijîn. Gava ewilî ku xanî hatin xirab kirin em pir li ber ketin.  Gava ku kepçe lê ketin wekî li cîgera me dixistin. Em bi sala ne li vir dijîn hemû çand û bîranînên me li vir in. Li vir cîranên me hene em bi wan re wextên xwe derbas dikin, Lê di avahiyên din de her kes di malên xwe de girtî ne.  Em ê çawa neêşin. Em hemû pêrîşan bûne ku êdî rewşa me nayê ziman. Em bi zorî îdare dikin. Em li van xaniyan de kêm zêde em dikarin îdare xwe bikin. Em ê niha çi bikin em ê çawa debara xwe bikin."
 
'Em ê niha çi bêjin êdî ne feyde ye' 
 
Fatma Yildiz, diyar kir ku şêniyên taxê benda dora xwe ne û wiha pê de çû: "Berê li vir gelek xweş bû. Niha ji ber vê rewşê her kes guneha xwe bi xwe tîne.  Gava me ev hilweşandina xaniyan dît, qirika min tijî girî bibû. Min nekarî ez derkevim derve û temaxe bikim. Gelek kes ji ber vê rewşê ji xwarinê qût bibûn. Xaniyên hevalên min xirab bûn û êdî ev ji vir çûn. Mirov xwe bi tenê hîs dike. Moralê me hemûyan xirab bû. Cihê me xweş bû. Hem gund hem jî bajêr bû. Em niha çi bêjin jî êdî ne feyde ye."
 
'Nizanim biçim ku derê'
 
Emîneya ku nexwest paşnavê xwe bide 9 sal in li taxa Ben û Senê dijî û wiha axivî: "Em ji cîranên xwe memnûn bûn. Heke xaniya min xirab bibe ez nizanim biçim ku derê. Bi kepçeyan hatin xirab kirin û wekî ku jiyana me re darbe xistin. Em niha bi fikar in naxwazin rewşa me zêdetir xirab bibe."